Nêçîrvan Barzanî pirojeyê ava Şeqlawayê vekir

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, roja 13ê vê mehê di merasimeke taybet de pirojeyê ava Şeqlawayê vekir. Ew pirojeye bi 177 milyon dolaran li ser budceya hikûmeta herêma Kurdistanê hatiye çêkirin û ava vexwarinê ji bo bajarokê Şeqlawayê, Selahedînê, Korê û 12 gundên derdûra wan bajarokan bo heta 25 salên din dabîn dike.
Di merasima vakirina pirojeyê ava Şeqlawayê de, serokwezîrê Kurdistanê gotarek pêşkeş kir û got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê xwe bi serbilind dibîne dema pirojeyên stratejîk û bi kalîteyeke bilind ji bo hevwelatiyan çêdike û hikûmeta herêma Kurdistanê weke xemxwera hevweltiyên Kurdistanê xwe serbilid dibîne dema xizêmetên hêja pêşkeşî xelkê Kurdistanê yê ku gelek nexweşî û malwêranî dîdtî, dike û ji êş û azarên wan kêm dike.
Barzanî got ku, kabîneyên hikûmeta herêma Kurdistanê, pêşiya nuha jî, giringiyeke taybet bi meseleya dabînkirina ava vexwarinê ji bo bajar û bajarokên Kurdistanê daye û heta nuha yek milyar û şeş sed milyon dolar di warê cîbicîkirina pirojeyên avê de hatine serif kirin.
Serokwezîrê Kurdistanê di peyva xwe de ew yek jî tekîd kir ku, li herêma Kurdistanê piştî sala 2004ê pirojeyên xizmetgozarî dest pê kirine. Ji sala 1991ê Îraq jêr çembera aborî de bû û Bexdayê jî çembera aborî li ser Kurdistanê dana bû, ango Kurdistan di bin du çemberên aborî de bû. ”4500 gundên herêma Kurdistanê hatibûn wêran kirin û jêrxandiya aboriya Kurdistanê bi timamî hatibû têkdan û zirareke gelek mezin bi sektora çandiniyê ketibû. Avakirina welatekî wêran bi çend salan û bi budceyeke tixûbdar karekî nehêsan e, bihênfirehî divê, bermane divên:”
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got:
– Berpirsiyariya me ye weke hikûmeta herêma Kurdistanê xizmetkarên welatê xwe bîn li her cîyekî lê bin, lê ez hêvîdar im di yek meseleyê de dilrehet bin; hikûmeta herêma Kurdistanê di xema hevwelatiyên xwe de ye û dixwaze pirsgirêkên hene çareser bike, lê bi rastî, ev arîşe hemû bi şev û rojekê çareser nabin. Me pêwîstî bi wextî heye, me pêwîstî bi karkirina berdewam e.
– Em dizanin kêmasî li welatê me hene. Qed em înkara vê yekê nakin. Em dizanin arişe hene, em dizanin kêmasî hene û divê ew kêmasî bên çareser kirin. Miqaîse digel welatên derve, hemû kîşeyên me netimam in, lê em piştrastin, em li ser rêyek rast ber bi paşerojeke geş bo hevwelatiyên herêma Kurdistan diçin. Em li ser wê yekê pişt rastin ku, ew arîşeyên hene bi piştevaniya Xweda û we em çareser dikin.
Serokê hikûmeta Kurdistanê daxwaz ji hevwelatiyan kir ku, meseleya avê bi cidî bigirin û destê xwe bigirin. Li herêma Kurdistanê gelek zêdegavî di bikaranîna avê de tê kirin, eger wisa berdewam be, sed pirojeyên bi vî awayî hebin nikarin bersiva pêdawîstiyên xelkê Kurdistanê bidin. Dive hevwelatiyên Kurdistanê hest bi berprisiyariya xwe bikin û çênabe zêdegavî di bikaranîna avê de bê kirin.