Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî peyamek ji Goran re rêkir

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzani nameyek ya pîrozbahiyê ji bo berpirsê nû yê Tevgera Goran  Omer Seydi Elî re rêkir.Serokwezîr di peyama xwe de, bi minasebeta hilbijartina  Omer Seydi Elî wek serokê nû yê Goranê wî pîroz dike ûDibêje: Bi wergirtina meqamê yekemê hêzeke giring a siyasî li Herêma Kurdistanê weke Tevgera Goranê, hûn ê birêz qonaxeke nû ya xebat û erk û berpirsatiyê digirin ser milê xwe, û heleqeyeke din jî dixin ser wê zencîra xebat û têkoşîna ku bi salên dûr û dirêj û temenek ji pêşmergetî û xebat û kurdayetî ya di ber Kurdistanê de, we daye.Berdewamiya nama xwe de serokwezîr dibêje: Em bi hêvî û geşbîniyê ve berê xwe didin wergirtina wê meqamê nû ji aliyê we ve, hêviya me jî zêde ye, ku armancên hevbeş ên hemû hêz û alî û pêkhateyên Kurdistanê di dabînkirina mafên rewa yên gelê me de, dibe sedem ku em hemû pêkve li gel we yê birêz û Tevgera Goranê û aliyên din bikarin çareseriya pirsgirêkan bikin û ew derfeta ku îro ji gelê Kurdistanê re hatiye pêş, bi baştirîn şêwe bo berjewendiya Kurdistanê û bicihanîna maf û xewnên wê, ku bi dirêjahiya sedan sal xebat jê re kiriye û şehîd û xwîn û qurbanî jê re daye, mifayê jê werbigirin.

Back to top button