Nêçîrvan Barzanî: Pêwistiya me bi exlaqê îdarî heye
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê, digel civata wîlayeta Hewlêrê civiya.
Di destpêka civînê de, serokê civata wîlayetê û Newzad Hadî wliyê Hewlêrê bi kurtî ji serokêwezîrê Kuridstanê re behsa kar, xebat û pirojeyên xizmetgozariyên wîlayeta Hewlêrê kirin û ew astengî û giriftariyên dikevin pêşiya karên wan dest nîşan kirin.
Di civînê de tekîd li ser aktîvkirina rola civata wîlayetê ku, bikaribe xizmetên baştir pêşkeşî hevwelatiyan bike hat kitin.
Walî, serok û endamên civata wîlayeta Hewlêrê çend xalên giring diyarkirin û daxwaz ji serokwezîrê Kurdistanê kir û civata wezîran giringiyeke taybet pê bide:
– Giringîdan bi deverên veqetandî û bi tyabetî bajarokê Mexmurê
– Kontrolkirina anîna amêr û alavan ji derve
– Giringîdan bi warê zîraetê
– Kontrolkirina ava pîs a Hewlêrê
– Diberçavraderbaskirina pirojeyên akincîkirinê bi awayekî ku, zêdetir di xezmeta hejar û kêmderametan de bin
– Kontrolkirina hawirdekirina otomobîlan
– Çareserkirina giriftariya qerebalixiya trafîkê
– Avakirina vahaiya kampa zanîngehê
– Çêkirina kemereke kesik li dor bajarê Hewlêrê
Serokwezîrê Kurdistanê sipasiya walî û civata wîlayeta Hewlêrê kir û got ku, civata wezîran dê hemû têbînî û daxwazên civta wîlayeta Hewlêrê bişopîne û got:
– Li gor tecrûbeyê, ji min re zelal bûye ku, şûrkirina desthilatan bo saziyên jêr dê dibe sedemê baştir cîbicîkirina pirojeyan û baştir pêşkeşkirina xizmetan. Ji ber hindê hikûmeta herêma Kurdistanê vê siysetê peyrew dike û desthilatan dide walî û civatên wîlayetan.
– Ew destkeftiyên bidest hatine û ew xizmetên li Hewlêrê hatine pêşkeş kirin, nîşana piştgirî û hevahengiya navbera civeta wîlayetê û walî de ye. Daxwazên wan jî nîşana xemxoriyêye bo Hewlêr û bo kurdistanê.
– Sîstema me a demokrasiyê kêmatî tê de hene, lê em li ser rêya rast diçin, tevî hebûna kêmasiyan, digelek waran de pêşkeftinên baş hene û çavê me li karên baştir e. Dema kar tê kirin şaşî jî tên kirin û kêmasî jî dibin, giring eve ku, ew şaşî bên rast kirin û çaksazî bê kirin.
– Di hemû waran de pêşkeftin hene û çavê me li pêşkeftinên zêdetir e di hemû waran de, lê nuha pêwîstiya me bi dirustkirina fikirê heye, pêwîstiya me bi dirustkirina kadiro û xemxoran heye, pêwîstiya me bi exlaqê îdarî heye di vî welatî de. Hêvîdar im em bikarin kadiroyên baş û xemxor dirust bikin.