Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya bereyê Sedir kir
Nêçîrvan Barzanî cêgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistan, bi amadebûna sekreter û hijmarek ji endamên polîboroya PDK, pêşwazî li şandeke bereya Sedir kirin û bi hevre di kobûnekî de gotûbêj li ser çend xalan pêkanîn.
Li gora nûçeya PNA, Eew xalên gotûbêj li ser hatîn kirin:
Yekem: Peywendiyên dû alî di navbera Partiya Demokrata Kurdistan û bereya Sedir, li ser rewşa niha ya Iraq û navçeyê gotûbêjên berfereh hatin kirin, hevkarî û hemahengî li ser pirosesa siyasiya Iraqê bi pêwîstiya demê hat zanîn û tekez liser berdewamiya peywendî û kombûnên pirtir hat kirin wekî din hevkariya kirina bereya Sedir bo vekirina nûnerayetya xwe li Herêma Kurdistanê bûn mijarên gotûbêjan.
Dûyem: Hukûmeta Iraqê û piroseya wê ya siyasî, ronahî xistin ser girêdanbûna bi destûrê û wan rêkeftinên kû hatîn encamdan kû di encam wan rêkeftinan de hukûmet hate pêkanîn û sûrbûn di warê peywendiyên di navbera gelê Kurd û aliyê Şî`e de hat kû ev peywendî di encama zilma li ser her dû aliyan û xebatê dirûst bûne, nakokî û nêrînên cewaz, bo baştir rêvebirna Iraqêye ne bo dijayetiya cadeyên Şî`e û Kurdane, ya rast Partiya Demokrata Kurdistanê û bereya Sedir heman xemin û rêzgirtin li cemawer bo wêye kû di asta bûyeran de bin û bo bi yekxistina û rêxistina hêzê û karînan bo çareseriya wan.
Sêyem: Bûyer û rewşa gerim yak û li vê navçeyê de heyî gotûbêj li ser hat kirin, pêwîst hat dîtin, helwestên li hember van bûyeran werin girtin bi hest û bi berpirsyaretiyê û di hemû waran de, berçavgirtina berjewendiyên bilind yên Iraqiyan tê de were girtin.
Li dawî de, behsa ji hev têgihêştin, bi hevre jiyana pêkhateyên netewî, mezhebî hat kirin kû ev pêkhateyên cûda cûda nêrîn û dîtinên cûda berhem tînin û di piroseya siyasî û dirûstbûna partiyan de vedenga wê dibe, bo vê yekê pêwîste hemû aliyek di asta pêwîst de bin, da kû baş bikaranîna vê cûdabûnê weke hokarê bi hêzbûnê ne lewaziyê, herweha tekez liser vê yekê hat kirin kû Iraq ya hemû pêkhateyane û berê jî hatiye taqîkirin kû tek aliyek yan partiyek bi tenê Iraqê bi rêve bibe têkçûye, bo vê yekê divê ew welatê kû bi pêkhateyên cûda cûda dirûstbûy bi berpisyaretiya hemûyan bi vîn û beşdariya hemûyan di biryar û rêvebirina wê de hebe.
Wekî din bû biryar kû di pêşerojeke nêzîk de kombûneke din di navbera her dû aliyan de were encamdan.