Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li konsulusê Misirê yê li Hewlêrê kir

Duhî li bajarê Hewlêrê,  Nêçîrvan Barzanî cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê  pêşwazî li Siliman Osman konsulusê Misirê yê li Hewlêrê kir.
Di hevdîtineke de jibilî nirxandina peyvendiyên heyî yên di navbera Komara Misirê û Kurdistanê de her wiha her du aliyan  tekez li ser berfiretir û bihêztirkirina peyvendiyan, bi taybetî têkeliyên di warê siyasî, abûrî, xwendina bilind, tendirostî û pîşesazîyê de  kir.

Di dîdarê de tekîd li ser wê yekê hat kirin ku, Misir dikare di gelek waran de bi awayekî baş hevkariya Kurdistanê bike.
Her di vê hevdîtina  de Nêçîrvan Barzanî careke din keyfxweşiya xwe a li hember vekirina konsulusxaneya Misirê  li Hewlêrê diyar kir û got ku, vekirina Konsulusxaneyê hîmaya vê yekê ye ku, her dû gel dixwazên peyvendiyên xwe yên dîrokî careke din zindî û berfire bikin.

Nêçîrvan Barzanî serkeftina şoreşa Misirê jî li konsulus û bi rêya wî jî li gelê Misirê pîroz kir û hêvî xwest ku, rewşa vî welatî baştir û aramtir bibe daku, bikaribe rola xwe ya pêşeng li deverê de bilîze.

Di berdewamiya hevdîtinê de konsulusê Misirê careke din tekez li ser bihêztirkirina peyvendiyên  di navbera her dû welatan de kir û keyfxweşiya xwe jî a li hember pêşkeftin û rewşa aram ya Kurdistanê diyar kir.

Konsulusê Misirê got: ”Piraniya vejandin û avadankirina Kurdistanê li ser dema kabîneya pêncê bûye û şûntiblên Nêçîrvan Barzanî di avadankrina herêma Kurdistanê û bi tyabetî di avadankirina Hewlêra paytext de diyar û berçav in. (KTV)

Back to top button