Nêçîrvan Barzanî: Mesajên Ocelan cîyê dilxweşiyê ne
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li hevserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Ehmed Turk, parlamenter Aysal Tugluk û parlamenter Altan Tan kir.
Di civînekê de, behsa pêvajoya vê dawiyê ji bo çareseriya pirsa kurd li Tirkiyeyê destpêkirî û giringiya berdewamiya pirosesa aşitiyê kir û her du alî hevfikir bûn ku, divê pirsa kurd li Tirkiyeyê bi aşitî û dûr ji şer bê çareser kirin.
Serokwezîrê Kurdistanê ji şandeya KCKê re behsa helwesta hikûmeta Kurdistanê li hember pêvajoya aşitiyê û çareserkirina pirsa kurdî li Tirkiyyeê kir û got:
– Hikûmeta Kurdistanê, weke hercar, ji bona aşitiyê û çareserkirna mesela kurd li Tirkiyeyê amadeye rola xwe bilîze. Her wezîfeyeke di çarçoveya çaresekirina pirsa kurd li Tirkiyeyê ku, bibe alîkar ji bo nehiştina şer û rêgirtin li pêşiya xwînriştinê, bikeve ser milên hikûmeta Kurdistanê, ew amadeye cibcî bike.
Ji aliyê xwe ve hevserokê KCKê rola serokatiya siyasî û hikûmeta herêma Kurdistanê û bi taybetî rola şexsê serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çareserkirina pirsa kurd li Tirkiyeyê bi rolek giring û bi bandor wesif kir û daxwaz ji hikûmeta Kurdistanê kir ku, ji bona pêşdebirina piroses çareserkirina pirsa kurd li Tirkiyeyê bi aşitiyane, hemû têkelî û kanalên xwe digel Tirkiyeyê û civaka navdewltî bikarbîne.
Ehmed Turk got ku, di her piroseseke aşitiyê de herêma Kurdistanê tesîreke berbiçav heye û dikare roleke bi bandor bilîze.
Piştî civînê, serokwezîrê Kurdistanê digel hevserokê KCKê di preskonfrensekê de behsa encamên civîna xwe kir û bersiva pirsên rojnamevanan dan.
Nêçîrvan Barzanî di axavtina xwe de li hember wan pêngavên li Tirkiyeyê ji bona çareserkirina pirsa kurd tên avêtin kêfxweşiya xwe nîşan da û got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê piştgiriya wê pêvajoyê dike û amadeye hevkariyê jî digel bike.
Nêçîrvan Barzanî pêngavên her du aliyan ji bo aşitiyê bi pêngavên giring wesif kirin û hêvî kir ku, ew pirosesa li Tirkiyeyê destpêkirî bigehe armanca xwe û çaresr, xêr û xweşiyê bo her du gelê kurd u turk bi xwe re bîne:
– Ew pêngavên heta nuha ji aliyê serokwezîr birêz Erdogan ve hatine avêtin, em bilind dinirxîn in. Em hêvîdar in ku, ew pêngav ji bo nexşerêyeke diyar û zelal bo çareserkirina pirsa kurd li Tirkiyeyê destpêkek be.
– Ew mesajên vê dawiyê cenabê serok Ocelan bo aşitiyê û bo çareseriyê hinartîn, ji bo me weke hikû meta herêma Kurdistan, cîyê dilxweşiyê ne.
Ehmed Tur jî di axavtina xwe sipasiya serokwezîr Nêçîrvan Barzanî kir û got ku, li Tirkiyeyê ji bo aşitiyê qonaxeke nû destpêkiriye û ji bona aşitiyê xebatên hemû aliyan pêwîst in:
– Em hatine vir (herêma Kurdistanê) daku dîtinên hemû aliyan li ser meseleya aşitiyê bizanîn. Em hemû dizain ku, aşitî meseleyeke pêwîstî bi xebatên hemû aliyan heye, eger ne wisa be, ew mesele dixetime. Kurd û tirk li Rojhilata Navîn pêwîstî bi hev heye û pêwîstiya wan bi aşitiyî heye.