CîhanPolîtîk

Nêçîrvan Barzani: Me got diyalog lê Bexdayê şer xwest

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê,  li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Birono Obert balyozê Fransa û Sîrîl Nan balyozê Almaniyayê yên li Îraqê û şandeya bi wan re kir.Di civînekê de balyozên her du welatên Fransa û Almaniyayê tekîd li ser dostîniya welatên xwe bi Herêma Kurdistanê re kir û dilgiraniya xwe jî li hember  alozî û pevçûnên navera Hewlêr û Bexdayê nîşan da û hat gotin ku wan serdana Herêma Kurdistanê kiriye da ji nêzîk haydarî rewşa wê bibin û hewila aramkirina rewşê bidin.Her du welatan, Almaniya û Fransayê piştevaniya xwe ji bo destpêkirina danûstandinan û çareserkirina hemû pirsgirêkan li ser bingeha destûra Îraqê di navbera Hewlêr û Bexdayê de diyar kir û tekîd li ser yekrêziya aliyên siyasiyên Herêma Kurdistanê jî kir. Nêçîrvan Barzanî sipasiya helwesta her du balyozan û dostînî û piştevaniya welatên wan, Fransa û Almaniyayê kir  ku her ji destpêkê ve ew lêdixebitin daku ew alozî û pevçûn çênebin.  Serokwezîr diyar kir ku Herêma Kurdistanê ji bona destpêkirina dalyalogê û çareserkirina tev pirsgirêkan  hertim berhev bûye, lê Bexdayê rêya bikaranîna hêzê hilbijart û lêdixebite xwe li ser Herêma Kurdistanê feriz bike.Barzanî diyar kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê tu carî nexwestiye û naxwaze jî alozî û pevçûn çêbibin û hertim xwe ji van karan parastiye. Serokwezîr got ku divê civaka navdewletî zêdetir zixtê li ser Bexdayê bike daku dest bi danûstandinan bike. 

Back to top button