Nêçîrvan Barzanî li gel şandekî Brîtanî civiya
Serok Nêçîrvan Barzanî berev pêşveçûna peywendiyan û diyaloga çareseriya kêşeyên Hewlêr û Bexdayê bi erênî da zanîn û daxwaza Herêma Kurdistanê ya ji bo çareserkirina yekcarî ya kêşeyên li gel Hikûmeta Iraqa Federal dûpat kir.
Li Hewlêrê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li civîneke li gel xanima Stefanî Elqaq Birêvebera Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqa ya li Wezareta Derveyê Brîtanya, hemû amadehiyekî Herêma Kurdistanê ya ji bo aramî û çareserkirina kêşeyên li Iraqê derbirî. Her wiha ronahî kir ku Iraq û Herêma Kurdistanê pêwîstiya wan bi piştgîrî û hevkariya Brîtanya ya bi taybetî jî li warên çaksazî, bankdarî û teknîkî da heye.
Ji aliyê xwe ve xanim Elqaq, tekez li ser daxwaza Brîtanya ya ji bo pêşxistina peywendiyên li gel Herêma Kurdistan û Iraqê kir û pêgeha Herêma Kurdistanê ji bo Brîtanya û navçeyê bi girîng da zanîn. Her wiha piştgîrî û xweşhaliya welatê xwe bi başbûna peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û hewla çareserkirina kêşeyan de nîşan da.
Pêşhatên dawî yên navçeyê, metirsiyên serhildana terorê, çawayiya rûbirûbûna wan û çend pirsekî dinê ji bo her dû aliyan ve girîng bûn, mijarên dinê vê civînê bûn.