Cîhan

Nêçîrvan Barzanî li gel Donald Trump dicive

Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi vexwendineke fermî beşdarî li Korbenda Aboriya Cîhanî ya Davosê dike ku rojên 21 heta 24ê vê mehê li salvegera pencih saliya damezrandinê da birêve diçê û têda bi navnîşana bi navê cîhanekî yekgirtiya geşesendiya berdewam da, tîşk dixe ser pirsên cîhaniyên taybet bi aborî, siyaset, asayîş û aramiyê.

Di dema beşdarîkirinê da Serok Nêçîrvan Barzanî li gel birêzan Donald Trump Serokê Amerîka û António Guterres Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî û hejmarek ji serkirde, wezîran û berpirsên bilindên welatan dicive. Li kombûnan da pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistan li gel civaka navdewletî û siyaset û helwesta Herêmê û veguhertina bîr û ramanên di derbarê pirsên herêmî û cîhaniyan guftûgo dikin.

Her li vê beşdarîkirinê da, Serok Nêçîrvan Barzanî li rûniştineke Davos da bi navnîşana “Rojhilata Navîna Nearam” de dipeyve. Têda encamên demdirêjên alozî û têkdanên berdewamiyên Rojhilata Navîn ku bûne çavkaniya tirs û dilgiraniyeke mezina cîhanî û navçeyî têne behs kirin û tîşk dixine ser bandora stratejiya qeyrana niha li ser aştî û aramiya li Kendav, Iraq û Sûriye.

 

Back to top button