Kultur

Nêçîrvan Barzanî kampa zanîngeha Silêmaniyê vekir

Li bajarê Silêmaniyê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanî, îro beşdarî di marasima vekirina kampa zanîngeha Silêmaniyê de kir ku, li ser budceya hikûmeta herêma Kurdistanê bi buhayê 337 milyon dolaran hatiye avakirin û hemû pêdawîstiyên zanîngehên modern û hevçerx li gor standardên navdewletî tê de hene, kir.

Di merasimê de ku Hêro Îbrahîm xanima yekem a Îraqê, Erselan Bayîz serokê parlamentoya Kurdistanê, serok û mamosteyên zanîngeha Silêmaniyê û hijmareke berpirsên hikûmetê amade bûn, Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta Kurdistanê bi vê  minasebetê peyvek pêşkeşî amadebûyan kir.

Serokwezîr di peyva xwe de behsa giringiya rola perwerde û xandinê û ew giringiya hikûmeta herêma Kurdistanê bi warê perwerde û xandinê dide kir û got:

– Vekirina kampa nû a zanîngeha Siêmaniyê, bi kêmtir ji heftiyekê piştî îmzakirina girêbesta avakirina kampa zanîngeha Selahedînê li Hewrêrê tê, ango du çalakiyên diyar û ber bi çav di warê perwerde û pêgehandina zanîngehan di nava heftiyekê de, nîşaneke zelal a siyaseta hikûmeta herêma Kurdistanê a di warê giringîdan bi kategoriya gêncan û xwendekaran de ye ku, ew kategorî hêvî, serkirde û rêberên paşerojê yên gelê mene. Herwesa nîşana xemxoriya hikûmeta Kurdistanê ji bo pêşxistina sewîyeya perwerde û hînkirinê û pêgehanina kur û keçên  Kurdistanê û dabînkirina hemû pêdawîstiyên wan bo gehiştina wê armancê ye.

– Hikûmeta herêma Kurdistanê bi encamdana pirojeyên wisa mezin yên zanistî, şaristanî, modern û pêşkeftî dixwaze ji bo gêncan û nifşê îro xwediyên paşeroja vî welatî dupat bike ku, buha, qîmet û giringiya wan bo îro û paşeroja gel û welatê me li ber çavên wê ye û qîmeta wan jî dizane. Herwesa hikûmet wan dilrehet dike ku, yaku pêwîst be bo dabînkirina jîngeheke saxlem bo hînkirin û pêgehandin û gehandina wan bi asta hevtemen û hevklas li baştirîn zanîngehên cîhanê, kêmasiyê nake û hemû pêdawîstiyên wan yên xandina hevçerx ku di asta stardadên cîhanî de be , dabîn bike.

– Heta em bigehîjin wê armancê, bi tenê bi dirustkirin û avakirina avahiyan, qesir û avahiyên modern bo kêlej û zanêngehan çênabe, lê divê di warê pilan, bername û pirogramên xandin û perwerdeyê jî di berçavan re bên derbas kirin û çaksazî bi temamî ji hemû aliyan ve tê de bê kirin û pirogarmên xandin û hînkirinê her ji qonaxên xandina destpêkê heta qoxaxên dawiyê yên xandinê li zanîngehê, bo asta baştirîn bername û pirogramên xwendinê li baştirîn xwendinghe û zanîngehîn cîhanê bilind bike. Ji ber ku pêşkeftina rateqîne li xandin û hînkirina astê bala û kalîteya bilinda perwerde û xandina zanêngehê de ye. Ji bona vê armancê jî hikûmeta herêma Kurdistanê pilan û bernameyekî baş heye û gelek bi cidî ji bo cîbicîkirina wê pilanê dixebite.

Serokwezîrê Kurdistanê di berdewamiya axaftina xwe de got ku, ji bona ku bi baştirîn awayî û çaktirîn rê, zangînî û samanên herêma Kurdistanê bo xweşjiyanî, pêşkeftin, geşkirin û dabînkirina paşerojeke geş û ronahî bo timama gel û welatî bê bikaranîn, divê giringî bi xandin, zanist û perwerdeyê bê dan û hemû derfet bo gêncên Kurdistanê xweş bibin daku bikaribin astekî bilind yê zanist, pêgehiştin û peydakirina şarezayî û pisporiyê di hemû warên jiyanê de bi dest bînin.

Nêçîrvan Barzanî got ku, kilîla hemû pêşkeftinan bi tenê perwerde, xandin û hînbûn e ku, ew jî divê li ser esasekî pêşkeftî û zanistî be. Yaku îro hatiye encam dan û ev nawenda pêşkeftî û zanistî li bajarê Silêmaniyê hatiye vekirin, yek ji xebatên hikûmeta herêma Kurdistanê bo dabînkirina wan derfetan bo keç û kurên Kurdistanê ye:

– Silêmanî hêjayî hemû awayên xizmetkirinê ye, ked û berxwedana dîrokiya bajarê Helmet û Qurbanî, ji bo hemû kurdan cîyê şanaziyê ye û her tiştê ji vî bajarî û ji  vê devera tekoşer re bê kirin, hîşta nagehîte dilopeke deryaya qurbaniyên vî bajarî û deverê ji bona azadî û berxwedana Kurdistanê de dane.
Nêçîrvan Barzanî di peyava xwe de ji xwendekaran re got:

– Hûn nexşeya paşeroja vî welatî dadirêjin û ji vir ber bi qonax û rojgareke nû pêngavan diavêjin. Ev nawenda zanistî û yên weke wê di di pilan û bernameyên hikûmeta herêma Kurdistanê de berdewam dibin, daku di karwanê dirêjê zanist û hînbûnê de alîkarî û hevkariya we be û ji bona derfetên baştir aqarekî xweş pêkbîne. Ez hêvî dikim ku, hûn dest ji xandin û hînbpnê ber nedin û we pişt rast dikim ku, ya di îmkanên hikûmetê de be ji bona piştgirî û hevkariya we kêmasiyê nake.

 

Piştî peyva Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, kampa nû ya zanîngeha Silêmaniyê bi awayekî fermî ji aliyê serokwezîr,  xanima yekem a Îraqê, serokê parlamentoya Kurdistanê û serokê zanîngeha Silêmaniyê ve hat vekirin.

Pirojeyê kampa zanîngeha Silêmaniyê li ser rûberê 1 927 500 metir çargoşe hatiye avakirin, 335000 metir çargoşe ji bo diruskirina avahiyan hatiye terxan kirin, 10 xaniyên taybet bo koleja endaziyarî, koleja zanist, beşa kompiyoter û matmatîk, hunerên ciwan, îdare û aborî, qanûn û siyaset û koleja perwerdeyê hatine terxan kirin û hemû bi baştirîn kalîte digel hemû xizmetgozariyan hatine avakirin. 16 avahî jî ji bo hewandina xwendekaran dirust kirin ku, 8 avahî ji bo kur û 8 jî ji bo keçan e. van avahiya cîyê hewandina 3300 xwendekar heye.
Di nav kampa zanîngeha Silêmnaiyê de holek ji bo konfrens û semînaran cîyê 1000 kesî heye, senterê spor, 11 yarîgeh, 4 melevangeh, stadyom ku cîyê 3000 kes dike, kafeteriya, senterê internet digel hemû pêdawîstî û xizmetên din hene.

Back to top button