Nêçîrvan Barzanî: Iraq pêwîstî bi nasnameyeke komker ya me hemûyane

Berî nîvroya îro sêşem 16.11.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, beşdariya Korbenda Aştî û Asayîş li Rojhilata Navîn da kir ku ji aliyê Zanîngeha Amerîkî – Kurdistan li Dihok hatibû rêkxistin.

Li korbendê da ku birêz Dr Berhem Salih Serok Komarê Iraqê, xanima Rêwaz Fayeq Seroka Parlemena Kurdistanê û birêz Mesrûr Barzanî Serok Wezîrê Herêma Kurdistanê û hejmarek ji berpirsên Herêma Kurdistan û Iraqê û mîhvanên biyanî amade bûn, birêz Serokê Herêma Kurdistanê gotarek pêşkêş kir ku eve jî naveroka wê ye:

Beyanî baş…

Cenabê Serok Komara Iraqa Federal

Birêz Dr Berhem Salih

Amadebûyên birêz…

Sipêde baş…

Hûn hemû bi xêrhatin.

Xweşhalim ku vê sibehiyê, babeteke gelek girîng (Aştî û Asayîş li Rojhilata Navîn) me hemûyan li vê hevdîtinê de komkiriye, hûn hemû bi xêrhatin. Di destpêkê de dixwazim gelek spasî Zanîngeha Amerîkî Kurdistan li Dihok û rêkxerên vê dîdarê bikim ji bo hilbijartina vê babeta girîng û hêviya serkeftinê ji bo we dixwazim û hêvîdarim ev konferans encameke baş bi dest ve bîne û ez bawerim ku babeteke gelek gelek girînge ku ev babet li Herêma Kurdistan û li Hewlêr û li Iraqê behs li ser bikîn.

Her wiha îro 16ê mijdarê(November)ê, rêkefta roja cîhanî ya lêborînê ye. Li vê helkeftê de hêvîdarim bi karên hevbeş û pêkveyî, li navçeyê û li tevahiya cîhanê, em hemû pêkve bikarîn kultûra lêborînê, pêkvejiyan û hevdû qebûlkirinê berfirehtir bikîn û li vê sayeyê da aramiyeke zêdetir ji bo mirovayetiya li hemû cîhanê bi dest ve bê. Aştî û parastina asayîş û aramiyê, pêdiviya herî li pêş ya niha û paşeroja navçeya me ye, Rojhilata Navîn bi taybetî û cîhanê bi giştî.

Li vê qonaxa hestiyar ya Rojhilata Navîn da, bi destxistina aştî û parastina asayîş û aramiyê, gefeke gelek mezin û berpirsiyariya hevbeşe ji bo wan hemû welatan û ew gelên ku li navçeyê da dijîn.

Çawa aştiyê biparêzîn û çawa serkeftî bîn?

Birêzan…

Bi pênase û wateyeke destpêkî: Aştî, wate nebûna ceng û kuştin, nebûna teror û tundiyê, wate hebûna tebayî û pêkvejiyanê. Lê belê asayîş wateyeke berfiehtir heye ji nebûna ceng. Asayîş hemû aliyên jiyanê li xwe digre. Asayîşa aborî, asayîşa xorek, asayîşa avê, asayîşa uze û enerjiyê, asayîşa civakî û asayîşa jiyanê. Gelek ji wan waran jî dikarin bibin sedema hevdû têgihiştin û alîkariya hevbeş ya li navbera welatan da, wekî mînak her du warên av û uzeyê li navbera Iraq, Îran, Tirkiye û Sûriyê da. Ewê li vir da dixwazim behs bikim, asayîşe bi wateya berfirehe. Dikarîn eger şer jî nebê komek sedem bibin bi gef û xelk bixine tirs û gumanan. Eger rewşa niha bi mînak werbigrîn, virusa Korona û pejika Kovid-19 û encamên piştî wê li hemû waran da.

Her welatek ku ji şer rizgar dibê, bi sê qonaxan de derbas dibe:

Yekem: Dawî anîna bi ceng û parastina aştiye.

Duyem: Avakirina baweriyê, bi cûreyek hemû alî niyetpakiyê beranber hevdû nîşan bidin.

Sêyem: Nehiştina sedemên şer û dilgiraniyên ji bo rewşa cengê.

Iraq niha li qonaxa piştî ceng û mîsogerkirina aştiyê daye, her ji bo wê yekê jî hengavê yekem pêkhatiye ji dawî anîn û nehiştina sedemên nearamî û parastina aştiyê. Em li Iraqê li qonaxa yekemdayîn, wate me cengeke nexwastî dijî rêxistina terorîstiya Da’îş encam daye. li ser zevî tiştek bi navê Xilafeta Îslamî Da’îş nema, lê belê hê jî erkeke zêde li ser milên meye û rêyeke dûr li pêşiya me ye ji bo çespandina asayîşê, bi taybetî çareserkirina wan hemû kêşeyên ku li warên ji bo serhildan û bihêzbûna Da’îş li vê navçeyê de rexsandin. Li vê qonaxê da bi hevkariya dostên li civaka navdewletî, me karî li rûyê serbazî ve li ser Da’îş da serbikevîn.

Li ser asta navxwe, bi piştevaniya Pêşmerge û hêzên çekdarên Iraqê, li ser asta navçeyî, bi hevkariya welatên hevsû û cîran û li ser asta navdewletî jî bi hevkariya Hevpeymaniya Navdewletî, serkeftîn. Ev serkeftin, peyamek dide me, ew jî eweye ku desteberkirina asayîş, pêwîstî bi karê hevbeş û hevkariya me hemûyane û li çespandina aştiyê da em hemû sûdmend û serkeftî dibîn. Wê peyamê jî dide me: Ku pêkhateyeke serekî li welatek da li desthilat û birêvebirina hevbeş nebê, dikarê serbikêşê ji bo dirustkirina têkdanek ku li ser asta navxweyî û navçeyî û navdewletî, gefê li asayîşa me hemûyan dike.

Birêzan…

Sîstema asayîş, yan menzûmeya emnî û aramiyê li Rojhilata Navîn, pêkve peywist û girêdayiye. Bila wekî bîranîneke vê mînakê behs bikîn: Zincîrek xwepêşandan li Sûriyê rûda ku li destpêkê ve guh nedidan wan û bi girîngî wernegirtin, piştî çend mehekê, wî welatî tûşî nearamiyê kirin, encamê de ser wê kêşa ji bo şerê navxweyî, lê belê ev şere raste rast bandorê li ser Iraqê jî dirust kir. Navîn û Rojavayê Iraqê ku bi dest kêmbûna xizmetguzariyan ve asê mabûn, bingehek baş dirust kir ji bo hatina Da’îş ya li nav axa Iraqê. Da’îş dûrî di navbera xelk û hikûmet û dilgiranî û nerazîbûna xelkê sûdwergirt û erdeke berfirehê li axa Iraqê dagîr kir. Eve jî bû gef li ser hemû pêkhatên Iraqê. Bû gef li ser welatên cîran, bû gef li ser welatên Ewrûpa û hemû sîstema navdewletî.

Eger bala xwe bidînê, nearamiya li Sûriye bandora xwe heye li ser rewşa asayîşa Tirkiye, nearamiya li Tirkiye û rawestandina proseya aştî, bandora xwe heye li ser rewşa asayîşa Herêma Kurdistanê û asayîşa navçeyê. Eger temaşa asayîşa Rojhilata Navîn bikîn û bala xwe bidîn her yek ji Yemen, Lubnan, Sûriye, Sûdan, Cezayîr, Tûnis û Lîbya, bi zelalî du rastî ji bo me derdikevê:

Yekem: Gef li derveyê welat ve nehatine. Gef ne derekî ne!

Duyem: Ewê ku bûye gef li ser asayîşa her yek ji wan welatan, welateke din nîne, belku pêkhateyek, yan jî aliyek li nav wî welatî bi xwe de ye.

Eger temaşa welatên Îran, Îraq, Sûriye û Tirkiye jî di derbarê bi pirsa Kurd bikîn, dûbare eve pirseke navxweyî ya her yek li wan welatane. Pêwîste her yek ji wan welatan li çarçêweya tixûbê xwe da çareserkirina kêşeyê bi girîngî werbigrê.

Amadebûyên birêz…

Kurd li wan welatan da, nabê bû cûda kirin, belku pêwîste cihê wan bê vekirin. Li gor senga xwe, hevbeşî û beşdariya wan bê kirin û war bi wan bê dayîn li dirustkirina biryaran da, hevbeş û beşdar bê. Neteweyên Kurd û Faris, Ereb û Tirk, berî van dewletên niha (Li temena wan da ku yek sedsal derbas dibe) her hebûn, wan pêkve dîrok û cografya hevbeş heye, bi piştrastiyê ve ev netewe wekî cîran pêkve dimînin. Ji bo wê yekê ji bilî li hevdû qebûlkirin û pêkve çareserkirinê, me çi bijardeyeke din nîne.

Ceng û kuştin û zimanê hêz, her çende dirêjî bikêşê, li dawiyê de her divê dest bi danustandin û guftûgoyê bê kirin. Hewla hevdû nehiştin, her çende tund bê û dirêjî bikêşê, li dawiyê de her divê hevdû bixwînîn û wê rastiyê bînin bîra xwe ku kes ji me biryar nedaye ji vir biçîn, kes ji me neyên. Ji bo wê yekê, pêkvejiyan li çarçêweya yek dewlet li yek navçeyê da, li ser bingeha hevbeş, tenê rêya çareseriya meye.

Niha jî ku neteweyên Faris û Tirk û Ereb li vê navçeyê xwedî dewletin, erkê wane mafê Kurd û pêkhatên din li çarçêweya dewletên xwe da bidin. Mafê kultûrî, mafê siyasî û mafên civakî.

Di derbarê rewşa Iraqê jî, niha di dema piştî hilbijartina xula pêncem ya Encumena Nûnerên Iraqê dayîn. Ev hilbijartin şeş meh berî dema xwe hate kirin, hilbijartina pêşwext bû, ew jî daxwaza xwepêşandanên salên 2019 û 2020 bû. Li vir da divê helwestek bikîn û temaşa Iraqa pêş Da’îş û Iraqa piştî Da’îş bikîn û wê pirsiyarê li xwe bikîn:

– Gelo ew sedemên bûne hokara serhildana Da’îş, hatine binbir kirin?!

Bersîva wê gelek hêsane:

– Nexêr!

Hilbijartina pêşwext, daxwaza xwepêşanderan bû! Çendîn daxwaziyên din jî hene wekî baştirkirina debara jiyanê û xizmetguzarî û rexsandina derfeta kar, nehiştina gendeliyê, destpêkirina çaksazî û rexsandina beşdariyeke çalak li Hikûmetê de! gelek ji van divê bersîva wan bê dayîn. Niha demeke guncawe ku careke din nêrîneke ciddî li daxwaza rewaya xelkê bê dayîn. Her eve jî mîsogeriya asayîş û parêzerê aştî û aramiye li welatê me da. Li ser asta Iraqê, asayîş û aramî dema berqerar dibê ku hemû pêkhat hevbeşî û beşdariyeke wan ya rastîn hebê li dirustkirina biryarê da. Aştî dema tê parastin ku hikûmeta federal bi ciddî kar li ser daxwaziyên welatiyên Iraqê bike, siyaseta hevbeşî û beşdarîpêkirinê pêş bixe.

Wekî li destpêkê de jî min balkişande ser, em Iraqî piştî qonaxa Da’îş dayîn û li rûyê serbazî ve me serkeftin bi dest anî, lê belê du qonaxên din li pêşiya mene: Qonaxa dirustkirina bawerî û qonaxa geşbûn û xizmetguzariyê. Vegerandina baweriyê bi hemahengî û hevkariya li navbera hemû pêkhatên Iraqê da dibe, bi taybetî jî sê pêkhatên Kurd û Sunne û Şîe ku evan cografya siyasî heye, li gel berçavgirtina maf û rol û pêgeha wan hemû pêkhatên dinê ku li Iraqê dijîn.

Wekî mînak: Bi hevbeşî îdaredana navçeyên maddeya 140 ya destûr li navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federaliya Iraqê ya ji bo rêgirtina li geşnebûn û xwerêkxistina Da’îş û grûpên terorîstî zerûreteke niha yî ye, eve jî bi spartina yek tişt dibê, bi spartina baweriyê dibê bi pêkve. Aliyek divê destpêkê baweriyê bispêrê. Em wekî Herêma Kurdistanê wê daxwazê dikîn û amadeyî ya ewe me heye despêşxer bîn bi navê berqerarkirina asayîş û aramiyê da. Hengavê piştî wê jî, pêkhatiye ji pêşkêşkirina xizmetguzarî û bersîvên ji bo daxwaziyên xelkê wan navçeyan û geşbûn û vegerandina jiyanê ji bo wan. Eve divê ewlewiyeta karê kabîneya paşerojê ya Hikûmeta Federaliya Iraqê bê. Koçber divê vegerin cihên xwe û asayîş û aramî û jiyan û kerameta wan divê parastî bê.

Bi kurtî Iraq dema aram dibê û Iraqî dema bi aştiyê dikarin bijîn ku nasnameyeke komker ya giştgîr li ser bingeha welatîbûn û mafên destûrî yên hemû pêkhatan û ji bo hemû netewe û olan hebê. Me hemûyan bi dilxwazî, bi welat û cografyayek ve girêbide û wiha bi girêdayî û baweriya wan ji hebê ku jêre dibêjin Iraq. Ji bo eve jî li Iraq hemû şiyaneke mirovî, maddî, xwezayî û bingehên destûrî wekî nexşerêyek me heye! tenê danayî, îrade û biryara siyasî me pêwîste ji bo bi cîhkirina vê armancê.

Birêzan…

Li Rojhilata Navîn da kî serdikevê û kî serkeftî dibê? Ewên li vê rewşa hestiyar ya navçeyê da serdikevin û serkeftî dibin, sê polin:

Yekem: Ew kes serkeftî dibin ku lênagerin şereke nexwastî rûyê wan bigrê û herdem bersîva daxwaziyên welatiyên xwe didin.

Duyem: Ew kes serkeftî dibin, dawiyê bi şereke nexwastî tînin ku rûyê wan girtiye. Biryara pêkvejiyan û aştevayî û lêborîniyê didin û li gel aştiyê da xweşguzeranî û pêşketina welatê xwe û milletê xwe dimînin.

Sêyem: Ew kes serkeftî dibin ku li şereke nexwastî derbas bûn û rê nadin careke din vegerin rewşa ceng. Dixwazin paşeroj li ser bingeha berjewendiya hevbeş û jiyaneke hêja ya ji bo welatiyên xwe dabîn bikin.

Bila em hemû li Iraq û Rojhilata Navîn hewl bidîn û kar ji bo wê serkeftinê bikîn. Li aştiyê da em hemû serkeftî ne, ji ber ku aştî li berjewendiya me hemûyane. Aştî, niha û paşeroja welatan û gelên navçeyê diparêzê û bingeha pêşketinê zêdetir ji bo hemû aliyek direxsênê.

Her li vir da jî dûpat dikîn ku em li Herêma Kurdistana Iraqê herdem hokar û destpêşxerê aştiyê dibîn û hokar û fakterê serekiya aramiyê dimînîn li vê navçeyê da. Çi li Iraq, çi li navçeyê, her çi bi navê pêkanîna aştiyê da, aştiyeke giştgîr ji bo me hemuyan pêkve amadene û amadeyîn li gel hemû aliyek ji bo bi cîhkirina vê erkê. Ji bilî hemû dijwarî û gefan jî, dev jê bernadîn û bi hêviyê ve li Herêma Kurdistanê rûyê me li paşerojeke baştire ji bo Iraq û navçeyê û Rojhilata Navîn.

Dûbare hûn hemû bi xêrhatin ji bo vê konferansê.

Rojeke xweş û spasî hemû we aliyek dikim ku beşdar bûn bi taybetî ew mîhvanên ku li derve kerem kirine, hûn hemû gelek bi xêrhatin li ser çavan û spasî birayê xwe yê xweşdivî Kak Emmar dikim ku ya ji bo vê merasîmê li Bexda ve kerem kiriye, bila bi xêrbê serçavan û hûn hemû bi xêr û xweşî hatin û gelek spas.

Nerîna min :