Nêçîrvan Barzanî: Hêvîdarim ev cejin bibe wesîleya yekrêziyê
Serokê Hilbijartî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi helkefta Cejna Remezanê, di peyamekê de pîrozbahî li Misilmanan kir. Nêçîrvan Barzanî hêvî kir ku ev cejin bibe sedema xêr û xweşiyê bo hemûyan û palderê hemû aliyekî be bo yekrêzî û aştiyê.
Serokê Hilbijartî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyameke pîrozbahiyê belav kir û têde dibêje, bi helkefta hatina Cejna Remezana pîroz, germtirîn pîrozbahî destpêkê li malbatên serbilind ên şehîd, enfalkirî û Pêşmergeyên qehreman û paşê li hemû Misilmanên Kurdistan, Iraq, cîhan û rewenda Kurdistanê li derveyê welat dikim.
Nêçîrvan Barzanî hêvî dike ku ev cejin bibe sedema xêr û xweşiyê bo hemûyan û palderê hemû aliyekî be bo yekrêzî, aştî, aramî, berjewendiyên bilind ên gelê Kurdistanê, erk û berpirsyariya xwe li beramber gel û niştiman bînin cih.
Serokê Hilbijartî yê Herêma Kurdistanê hêvî dike ku hemû pêkhateyên olî û neteweyî yên Kurdistanê cejin, bîranîn û helkeftên siberojê bi saya kûrbûna zêdetir a kultura bihevre jiyan, tebayî, pirrengî, aramî, avakirin, pêşketina berdewam û di nav jiyaneke baştir de pîroz bikin.