Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî: Hêdî yadigarê pêşewa Qazî Muhemed û Barzaniyê nemir bû

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê kurdistanê ji bona koçadawiya hozanvanê navdarê Kurd mamosta Xalid Hisamî, yê nasyar bi Hêdî, sersaxiyê ji malbata Xwedêjêrazî, xelkê Bokan û Mehabadê û gelê Kurdistanê dike. Di peyama Nêçîrvan Barzanî de hatiye: Mamosta Xalid Hisamî 89 salan berî niha li gundê Şêxalî navbera Bokan û Mehabadê ji malbateka nasyar ji dayik bû û kesatî û hozanvanekê xweştiviyî Bokan û Mehabadê bû. Tevî her du hozanvan û rewşenbîrên navdar Hêmin û Hejar sêkoçka rewşenbîrî û edebiyata devera Mukiryanê bûn.Her wiha dibêje beşdarê Komara Kurdistanê û Şoreşa Îlonê bibû, hozan û nivîsînên wî li rojname û kovarên Komara Kurdistanê û Şoreşa Îlonê û karkirina wî li Radyo ya Dengê Kurdistana Îraqê ji bo şoreşvanên Kurdistanê û Pêşmerge bi moral bûn.Mamosta Hêdî piştî neman Şoreşa Îlonê û destpêkirina şoreşê, wek hozanvanekê şoreşvan careka din hate nava şoreşê, emegdarî û nizîkatiya wî bûye sedema vê yekê bikar hozanên bi hest û soz ji bo koç û bîranînên serdemên Mela Mistefa Barzanî û Îdrîs Barzanî bihûne.Ew ji bo me Pêşmerge, rewşenbîr û yadigarê Pêşewa Qazî Muhemed û Barzaniyê nemir bû.Li Dawiya peyam xwe, Nêçîrvan Barzanî dibêje Mamosta Xalid Hisamî bi xebat û berhemên xwe her dem wek kesekê xweştiviyê gelê xwe û wefadarê armancên şoreşa Kurdistan û kurdatiyê dimîne.Weke tê zanîn helbestvanê navdarê kurd roja 27.10.2016ê di jiyê 89 salî de li bajarê Hewlêrê wefat kir.

Back to top button