Hevpeyvîn

Nêçîrvan Barzanî: Goran ne opozîsyneke pozîtîv e

Serokê berê yê hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku Tevgera Goran ew derfet ji dest da ku bibe opozîsiyonek pozetîv.

Nêçîrvan Barzanî serokê berê yê hikûmeta herêma Kurdistanê di hevdîtinekê de di gel rojnameya Awêne çend xalên girin yên ser meydana siyasî ya herêma Kurdistanê şirove kirin.

Di beşeke wê hevdîtinê de debarê pêwendiyên PDK û Tevgera Goran, Nêçîrvan Barzanî wiha got:
– Min hertim gotiye pêwîste ku bi awayekî rastîn bi vê tevgerê re riftar bê kirin, ji ber ku xwediyê 25 kursiyên parlamentoya Kurdistanê ye, dema ku daxwaza mohletê kirin, emê wekî PDK bi wan re rûnên û ew helwest neguheriye.

– Lê piştî şehîdkirina Serdeşt Osman, Tevgera Goran bê sedem xwe pêş dadgeh û lêkolînê êxist û bû alahilgira vê mijarê û tawanbar kirina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), ez di vê baweriyê de me ku ew şaşiyek steratejîk bû ku Goranê kir, ji ber ku pêwîst bû berpirsane bi vê mijarê re riftar bikira, mixabin em dibînin ku Goranê ew derfet ji dest da ku bibe opozîsyonek pozetîv û bikare alîkara hikûmetê be.

Derbarê pêşhatên dawiyê yên derbarê kongreya PDK’ê Barzanî wiha got:

–  Piştî Remezanê hilbijartina endamên kongreyê destpê dike, me tev hewla xwe daye ku kongire di Mijdara dahatî de bê lidarxistin.
Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku niha pirsgirêka ragihandinê li herêma Kurdistanê heye û pêwîste hikûmet yasayekê der bike bo alîkarî û piştevaniya medyayan û çareserkirina vê pirsgirêkê.

Derbarê belavkirina hevdîtinekê di gel Qanêîferd û pêkhatina aloziyan di navbera PDK û Kovara Lêvîn de, Barzanî got:
– Qanêîferd bi hesaba xwe pirtûkek li ser 60 sal jiyana Mam Celal nivîsandiye, lê beşek kêm behsa Mam Celal dike, belkê di bin perdeya jiyana Mam Celal de sivikatiyê bi serkirdeyên kurd Mela Mistefa Barzanî û Qazî Mihemed dike.

– Ewa ku cihê dilgiraniyê ye îmzeya Mam Celal li ser pirtûkê heye, ger hevalên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi hûrî ew pirtûk bixandibana û bo Mam Celal behs bikirana, wî îmze nedikir.

Barzanî diyar kir ku Mela Mistefa serkotiya yek ji mezintirîn şoreşa gelê kurd kiriye, wekî serkirdeyekê dûr ji rexneyan nîne û zor normal e ku dîroknivîs rexneyan lê bigrin û behsa tiştên baş û xirab yên wî bikin, lê ewa ku cihê xembariyê ye di bin wê perdeyê de sivikatiyê bi remza kurd bê kirin, ne bo Kovara Lêvînê û ne jî ji bo mediaya kurd hejî nîne ku wê mijarê belav bikin.

Derbarê kerta petrola herêma Kurdistanê û êrîşa medyayên cîhanê bo serherêma Kurdistanê , Barzanî  got:
– Îro xurtirîn kart di destê kurd de bo pêşxistina welatê xwe petrol e, ew jî wekî şûrekiye, ger bi şaşî bi kar hat dê serê xwe bibre, ger bi başî bi kar hat dê bikare Kurdistanê bigihijîne dewreke baştir ji niha.
Derbarê şandina dewrve ya petrolê bi riya qaçax Barzanî zêdebarê retkirina wan êrîşên medyayan, siyaseta hikûmeta herêma Kurdistanê di vî warî de rexne kir ku siyasetek yekgirtî nebûye û her kes bi kêfa xwe axiviye, lewma hikûmet berpirs e ku bi tevayî nekariye rûnkirinê bo medyayan bide.

Derbarê axaftina li ser hebûna pişkê bi şîrketên petrolê re Barzanî  got:
– Ne min û ne Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) tu pişkek di gel şîrketên berhemanîna petrolê li herêma Kurdistanê nîne.
Di bersiva wê ku dibêjin Nêçîrvan Barzanî pêwendiyek baş di gel serokwezîrê Tirkiyeyê Receb Tayyib Ergogan heye, navbirî wiha got:

– Pêwendiyên herêma Kurdistanê û Tirkiyeyên baş in û min jî pêwendiyek baş di gel serokwezîr û brepirsên Tirkiyeyê re heye, ew pêwendî jî bo çareserkirina pirsgirêkên navbera herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê bûye.

– Tirkiyeye welatek giring e, ji bo herêma Kurdistanê derwazeya Ewropayê ye, em hewl didin pêwendiyan bi wan re ber pêş bibin, dê tev hewla xwe jî bidin ku pirsa kurdan di vî welatî de bi awayekî aştiyane çareser bibe, em wê bi erkê xwe dizanin û dê bikin jî.

AKnews

Back to top button