Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî gihişt Qeterê

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo beşdarkirîna konferansa asayişa Munixê giheşt Qeterê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel şandekê bi mebesta beşdarkirina civîna herêmî ya Konferansa Asayişa Munixê giheşt Dohayê.

Di Konferansa Asayişa Munixê de hejmareke serkirdeyên Ewropa, Rojhilata Navîn û Afrîkayê beşdar dibin. Konferans ji aliyê Wezareta Derve ya Qeter û Yekîtiya Welatên Erebî ve tê sazkirin.

Konferans di navbera 28 û 29ê Cotmehê de birêve diçe mijarên serekê jî kêmkirina aloziyên li Kendava Hurmezê, Sudan, Sûriye, Yemen û metirsiyên derbarê enerjiyê de ne.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Emîrê Qeterê Tamîn bin Hamad Ek Tahanî, Wezîrê Derve yê Qeterê Muhamed bin Ebulrehman El Tahanî, Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîfî, Xwediyê Xelata Nobela Aştiyê Tawakkol Karman, Nûnerê Neteweyên Yekbûyî li Yemenê Martin Griffths û ji Almnaya, Ewropa û çend welatên cîhanî bi giştî 70-80 kesayet beşdar dibin.

 

Back to top button