Civak

Hêzek rejima Suriye gihat Til Temir

Hêzeke leşkerî yê ser bi hikûmeta Sûriyê ve gihişte bajarê Til Temir .

Peyamnêrê Rûdawê ragihand ku karwanekî leşkerî yê Sûriyê gihişte bajarê Til Temir ku 50 otombêl in. Hêzên sûrî li sengerên şer belav dibin û dixwazin rê li ber derbasbûna çekdarên ser bi Tirkiyê ve bigirin.

Ev yek di demkê de ye ku Berdevkê Nexweşxaneya Til Temir Dr. Dilo Mihemed Elî ji Rûdawê re ragihand, ku di encama şerê di navbera artêşa Sûriyê û çekdarên ser bi Tirkiyê ve, li gundê Arîşa, 3 leşkerên Sûriyê birîndar bûn û ji bo nexweşxaneya wan hatin şandin.

Dr. Dilo Mihemed ji Rûdawê re ragihand, ji ber giraniya birînên leşkerekî Sûrî, ku di sînga xwe de birîndar bibû, ew şandin Hesekê.

Nûçegihanê Rûdawê li Til Temir ragihand, ku şerekî tund li gundewarên Serêkaniyê û bi taybet li Arîşa diqewime û çekdarên ser bi Tirkiyê ve, bê ser û ber top û hawinan davêjin.

Her çiqasî dema agirbestê li Rojavayê Kurdistanê hatiye dirêjkirin jî, li hin navçe û gundan artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar êrîşî wan deveran dikin ku di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ne.

Herdu alî jî hevdu bi binpêkirina agirbestê tometbar dikin. Lê heya niha ti aliyekî navdewletî bala xwe nedaye ser binpêkirina agirbestê û hişyarî nedane ti aliyan.

Hêzên hikûmeta Sûriyê jî ji ber êrîşa çekdarên ser bi Tirkiyê ve li gundên derdorê hatine belavkirin.

Şer û pevçûn niha gihîştiye 5 kîlometriya navenda bajarokê Til Temirê.

Back to top button