Polîtîk

Nêçîrvan Barzani gihat Enqere

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser vexwandina fermî ya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan, tevî şandeke pê re gihîşt Enqerê û ew ê tevî nêzîkî 40 serok û serokwezîrên welatên cîhanê beşdarî merasima sûndxwarina Erdogan bibe.Peyamnêrê Rûdawê li Enqerê Şewket Herkî ragihand ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî li Firokexaneya Esenboga ya Enqerê ji aliyên berpirsên Tirkiyê ve hat pêşwazîkirin.Piştî ku Serokomarê Tirkiyê bi fermî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî vexwende Tirkiyê, şiroveyên derbarê başbûna pêwendiyên Tirkiyê û Kurdistanê de jî zêde bûne. Hinek şirovekar di wê baweriyê de ne ku piştî hilbijartinên Tirkiyê, zemîne ji bo nûkirina pêwendiyan çêbûye.Îro demjimêr 16.00, bi dema Hewlêrê, merasîma sondxwarina Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan  weke Serokê Tirkiyê birêve diçe.Li ser daxwazeke fermî, ji aliyê Erdogan ve, Nêçîrvan Barzanî û şanda pê re,gihîşt Enqerê û dê li gel hejmarek zêde ji serok û serokwezîrên cîhanî di merasîmê de beşdar bibe.Piştî gihîştina şanda Herêma Kurdistanê, li balafirxaneya navdewletî ya Esenbogayê Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ji Rûdawê re ragihand ku beşdarbûna Nêçîrvan Barzanî di merasîmê de, gelekî girîng e û gaveke baş e ku têkeliyên siyasî bihêztir bibe.Erdogan dibe yekemîn serokê Tirkiyê di vê sîstema nû de û dema serokatiya wî jî 5 salan didome.Piştî giştpirsiya Başûrê Kurdistanê, ev yekem serdana Serokwezîrê Kurdistanê ye ji bo Tirkiyê. Berî çend rojan jî Serokwezîr Herêma Kurdistanê û Serokomarê Tirkiyê di pêwendiyeke telefonî de tekezî li ser xurtkirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê kiribûn.  
Back to top button