Hevpeyvîn

Nêçîrvan Barzanî dikare roleke giring li navçeyê bilîze

Serokwezîrê pêştir ê Tirkiyê Ahmet Davutoglu di derbarê berbijêrbûna Nêçîrvan Barzanî bo posta Serokatiya Herêma Kurdistanê de ji Rûdawê re ragihand, Nêçîrvan Barzanî xwedî ezmûneke girîng e û dikare di demên pêş de roleke girîng li navçeyê bilîze.

Ahmet Davutoglu duh Duşemî 27ê Gulana 2019 serdana bajarê Amedê kir û beşdarî merasima fitarê bû ku ji aliyê Platforma Pira Dilan ve hatibû organîzekirin.

Piştî merasima fitarê, Rûdawê hevpeyvîneke kurt bi Ahmet Davutoglu re saz kir. Davutoglu di vê hevpevyvînê de ku Rêveberê Ofîsa Rûdawê li Amedê Maşallah Dekak pê re saz kir, li ser pêwendiyên Tirkiyê û Herêma Kurdistanê, peywendiyên Tirkiyê û Kurdên Sûriyê û berbijêrbûna Nêçîrvan Barzanî bo posta Serokê Herêma Kurdistanê û mijarên din nêrînên xwe anî ziman.

Serokwezîrê pêştir ê Tirkiyê diyar kir ku berê peywendiyên wan ên li gel Nêçîrvan Barzanî û berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek baş bûne û ew hêvîdar in ku di demên pêş de jî di warê birêvebirina Herêma Kurdistanê, ragirtina balansa navxweyî ya Iraqê û herwiha peywendiyên li gel Tirkiyê de rola wî bi bandor be.

Rûdaw: Çend sal berî niha pêwendiyên Tirkiyê û Herêma Kurdistanê di asta herî baş de bûn, bi taybetî di serdema we de, lê belê paşê guhert û rewşên cuda çê bûn, hûn çi dibêjin, pêwîst e çi core pêwendiyek hebe di navbera wan de?

Davutoglu: Min, him di serdema birêvebirina posta Wezîrê Derve de û him jî weke Serokwezîr jî gelek zêde giringî dida pêwendiyên biratî û dostane li gel hemû pêkhateyên Rojhilata Navîn û di nav wan de peywendiya Tirkiyê bû li gel Bakurê Iraqê, Herêma Kurdistanê ku peywendiyeke dostane ya giring bû. Herwiha min çend caran serdana Hewlêr,Silêmanî û Kerkûkê kir. Di her serdeneke xwe de min pêdagirî li ser bihêztirkirina pêwnediyên dostane kir û zemîneke bihêz hat avakirin. Bêguman nêrînên cuda dibin li ser siyasetê, bi taybetî di dema encamdana referandumê de hat dîtin. Ji dil ve me dixwest pêş û piştî referandumê şêwir bihatiba kirin û hemahengî jî di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê bihatiba baştirkirin, lê belê mixabin hat dîtin ku ew nehat kirin. Min di wê serdemê de ti postek nebû, lewma nizanim ew prose çawan hat birêkirin û naxwazim jî biçim nav vê behsê, lê belê pêşxistina wan peywendiyan him di lênihêrîna Tirkiyê bo Rojhilata Navîn de û him jî ji bo avakirina zemîneya aramî û aştiyê li navçeyê giring e. Hin kes hene ku dixwazin astengiyan di navbera Tirkiyê û birayên me yên Kurd li Iraqê û Sûriyê çê bikin, me ew astengî têkşikandin û em di vê baweriyê de ne jî ku divê bidin alî. Dibe ku di çarçoveya yekparçeyiya axa Iraqê de em berdewamiyê bidin peywendiyên xwe, lê belê dibe ku em pêwendiyên xwe yên nêzîk li gel birayên xwe yên Kurd jî bihêztir bikin. Herwiha çarenivîsa Tirkiyê li gel Kurdên Iraqê û Sûriyê bi hev ve girêdayî ye, her dema ku tûşî tengasiyekê bibin, tekane cih ku berê xwe bidinê, Tirkiye ye. Ew navçe ji bo Tirkiyê ji aliyê civakî û dîrokî ve dirêjkirî ya ax û mirovî ye û pêwîst e ew peywendî li ser bingehek bihêz ji nû ve bê avakirin û nabe ku PKK û her rêxistineke din bibe astengî di navbera Kurd û Tirkiyê de. Bi nêrîna min, germûgurkirina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê baştirîn rê ye û bi rêya we jî dixwazim rêz û hezkirina xwe ya bêdawî arasteyî xelkê me li Hewlêr, Silêmanî û navçeyên din jî bikin û dil û canê me her li wan navçeyan e. Bi ti şêweyekê di egera her bûyereke nexwestî de em bêdeng nabin û eger ew birçî û tî bin, bo Tirkiyê heram e ku bi zikekî têr rakeve.

Ew siyaseta li Sûriyêtê kirin, hûn bi rast dizanin? Mebesta min derbarê Kurdên Sûriyê de ye.

Kurd, Tirkman û Ereb ên Sûriyê ji bo me pêkhateyên giring û gelek bi nirx in û xelkên kesûkarên me ne. Sînorê Tirkiyê û Sûriyê yek ji wan sînorên destçêkirî ye ku gund û bajarok hatine perçekirin û bi heman awayî Kurd û Ereb û Tirkman ji hev veqetiyan û ji hev hatin cudakirin. Pêwîst e bi çavê yekparçeyiyê li Sûriyê were temaşekirin. Mixabin Beşar Esed îro şêweyeke herî hovane li dijî mirovahiyê di vê sedsalê de cîbicî dike û bûye sedem ku kîn û nefret di nav wan pêkhateyan de çê bibe û herwiha gelek komkujî hatine kirin, bêguman di vê navberê de rêxistina terorîstî ya DAIŞê û PKKê rewş bikar anîn û sûd jê wergirtin. Gefa DAIŞê li ser navçeyê nema, lê mixabin man û hebûna PKKê û çêkirina jîngeheke terorê li navçeyên Kurdî, astengek di navbera Kurdan û Tirkiyê de çê kiriye. Kurdên Sûriyê nabe li hember vê astengê bêdeng bin, Kurdên Sûriyê birayên me yên taybet in û divê em gelek bi hestyarî serederiyê ligel vê rewşê bikin û dilê wan neêşînin. Dê roj werin ku ew asteng bêne rakirin û peywendiyên dîrokî yên navbera me dê berdewam be. Divê garantîkirina jiyaneke yeksan bo birayên me yên Kurd û rêgirtina ji dubarenebûna piştguhxistina mafan û nasnameyên wan erkekî herî pêş ê siyaseta derve ya Tirkiyê be. Min ew gotin di destpêka çêbûna şoreşa li Sûriyê de got û di hevdîtineke li gel Beşar Esed de min daxwaz jê kir ku mafê welatîbûnê bide Kurdan û nasnameya ji wan re çêke, weke hûn dizanin pêştir nasname jî nedidan Kurdan. Îro jî erkê Tirkiyê ye parêzgariyê li mafên birayên me, çi Kurd, çi Ereb û çi Tirkmenên Sûriyê bike, Tirkiyê vê yekê dike û pêwîst e jî bike, herwiha divê hewl bêne berfirehkirin daku di qonaxa aştî û seqamgîriyê de jî weke hevwelatiyên resen ên vî welatî mafên wan bêne naskirin û cudakarî di navbera wan de neyê kirin. Rûbirûbûna PKKê jî erkekî gelek giring e, lê dabînkirina aramî û seqamgîrî û azadî û xweşguzeraniya birayên me yên Kurd û Tirkmen û Ereb, bi qasî aramî û seqamgîriya Kurd û Tirkman û Ereb ên Iraqê giring e.

Sibê Nêçîrvan Barzanî weke Serokê Herêma Kurdistanê tê hilbijartin, hûn çi dibêjin?

“Li gel birêz Mesûd û birêz Nêçîrvan, peywendiyên me yên baş hebûn. Peywendiyên me dostane bûn. Me hemû mijar bi awayekî aşkere gotûbêj dikirin. Dema ku em diçûn Hewlêrê, yan jî ew dihatin Enqerê, me nêrînên xwe bi awayekî aşkere ji hev re digotin û hinek caran jî nêrînên xwe yên cuda di nava germahiyekî malbatî de gotûbêj dikirin. Ez di wê baweriyê de me ku birêz Nêçîrvan Barzanî ezmûna xwe ya demên derbasbûyî di warê rêvebirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, tewazûna navxweyî ya Iraqê û herwiha di warê peywendiyên li gel Tirkiyê de bi başî bicih bike. Ez di wê baweriyê de me ku ezmûneke xwe ya girîng jî di vî warî de heye.”

Back to top button