Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamakê de daxwaza azad kirina Hevserokên HDP û hijmerek parlemantarên vê partiyê û aram kirina rewşê û rêz girtin ji yasayê dike.Têksta peyma Nêçîrvan Barzanî:Desteser kirina Hevserokên HDP û hijmarek parlemantarên din yên vê partiya yasayî li Tirkiye, cihê dilgiraniyê ye. Bi bawera me, ev rewşe, Tirkiye aloz dike, lewma em daxwazê dikin Hevserokên HDP bihên azadkirin û bi awayekê aram serederî bi vê rewşê re bihê kirin û rêz ji îradeya dengderên Tirkiye bihê girtinm ku ew hilbijartin. Em daxwazê ji HDP jî dikin wek partiyeka yasayî li Tirkiyê, li gor yasayên vî welatî serderiyê bike.Her wiha em teqîna Amedê şermezar dikin ku bûye sedema can ji destdana hijmarek welatiyên sivîl û polîsan. Em daxwazê dikin ji bona berjewendiya hemû aliyan, dest bi pirosêseka sivîl û aştixwaz ji bo çareseriyeka rastîn bihê kirin.Nêçîrvan BarzanîSerokwezîrê Herêma Kurdistanê 2016/11/05
Pêş
02/07/2025
“Erdogan ne serokkomare ew serokê cuntayê ye“..!
02/07/2025
Îdia: PKK îro çekên xwe radest dikin..!
Balkêş e ?
Close