Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî: Daxwaz ji xelkê Kurdistanê dikim hevkariya xelkê Musilê bikin

Bi sedema wê rewşa ku li ser parêzgeha Mûsilê da hatiye û bûye sedema koçberbûn û têkçûna rewşa navçeyê Nêçîrvan Barzanî Serok Wezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyamekî ragihand û têda daxwaz ji hevnîştimaniyên Herêma Kurdistanê kir ku yarmetiya xelkê koçberê Musil bidin.Naveroka wê peyamê li jêre:

Bi mixabinî bi sedema şikestina artêş û hêzên emniyên Iraqê ji parastina xelk û bajarê Mûsilê, hêzên grûpên bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şam (Daîş) dest li ser bajarê Mûsilê da girtiye ku eve jî metirsiyekî mezin dirust kiriye. Xelkê Mûsil bi sedema tirsa canê xwe û bombebaran û nemana xwarin û xizmetguzariyan, bajar bi cîh dihêlin.

Bi dirêjahiya van dû rojên derbasbûyî me hewlekî zêde da ji bo dirustkirina hemahengiya parastina bajarê Mûsil, lê belê mixabin helwesta Bexda bi awayeke baş nebû bikarin wê hemahengiyê dirust bikin.

Bi navê yarmetîdana xelkê koçberê bajarê Mûsilê bi hemû neteweyan ve li Kurd, Ereb, Turkman û Kildan û Aşûrî, daxwaz ji xelkê Herêma Kurdistanê dikim hindî ji wan bê li çarçêweya rênimayiyên yasayî û emniyan da, yarmetiya xelkê koçberê Mûsil bidin, her wiha daxwaz ji komîsyara bilinda penaberan ya ser bi Neteweyên Yekgirtî UNHCR dikin ku alîkariya koçberên Mûsilê bikin.

Her li heman demî de dilniyayî didine xelkê navçeyên Kurdistaniyên derveya îdareya Herêma Kurdistanê hêzên emniyan û pêşmerge li amadehiyeke temam dane ku wekî herdem pêvajoya wan navçeyan biparêzin.

Nêçîrvan Barzanî

Serok Wezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

10 Hezîrana 2014

Back to top button