Polîtîk
Nêçîrvan Barzanî bi fermî ji bo serokwezîriyê hate erkdarkirin
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi awayekî fermî û li gorî qanûna Serokatiya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo postê Serokwezîrî û Îmad Ehmed bo postê Cîgirê Serokwezîr erkdar kir.
Di rewresmek fermî de Serok Barzanî fermannameya bi hijmara 59an ya sala 2012an pêşkêşî Serokwezîr û Cîgirê vî kir û hêviya serkeftina wan kir.
Li gorî vê fermannameya dibe Serokwezîr û Cîgirê vî di nava 30 rojan de kabîneya nû ya Hikûmeta Kurdistanê destnîşan bikin û lîsteya Wezîrênqabîneya nû pêşkêşî Parlementoya Kurdistanê bikin.