Kultur

Nêçîrvan Barzanî: Alîkarî ne li gor gefên li ser Kurdistanê ne

Bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanmê û medûsê Yekêtiya Ewropayê li Îraqê, li bajarê Silêmaniyê roja 09.05.2015ê, yada roja Yekêtiya Ewropayê û merasima vekirina  yekemîn ferstîvala  filmên Yekêtiya Ewropayê hat saz kirin.

Di festîvalê de ku, hijmareke wezîr û berpirsên hikûmeta Kurdistanê, sînemekar û filmsazên navxwe û derve amade bûn, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê peyevek pêşkeş kir û di peyva xwe de tekîd li ser giringiya warê sînemayê li herêma Kurdistanê û xurtkirina têkeliyên navbera herêma Kurdistan û Yekêtiya Ewropayê di warê kultur û hunerî de kir.

Ev li jêr hemû teksta peyva serokwezîrê Kurdistanê:

Ez kêfxweş im digel we li paytexta rewşenbîriya herêma Kurdistanê, li bajarê xweştiviyê Silêmaniyê, beşdariyê di yada roja Yekêtiya Ewropayê de û merasima vekirkina yekemîn festîvala filmên Yekêtiya Ewropayê de dikim.

Destpêkê, destxweşiyê li saziya Hîwa û wezareta rerwşenbîrî û gêncan ya hikûmeta herêma Kurdistanê û waliyê Silêmaniyê dikim ku, bi hev re û bi hevkariya mebûsê Yekêtiya Ewropayê li Îraqê, ev festîvale amade kirin, herwesa,  em vê însiyatêva Yekêtiya Ewropayê ya sazkirina festîvala filmên Yekêtiya Ewropayê li Silêmaniyê bi sipasî ve bilind dinirxînin.

Em, weke hikûmeta herêma Kurdistanê, bi çavê hurmet û gerdirgirtinê li helwestên dostaneyên Yekêtiya Ewropayê di warê piştevanîkirina herêma Kurdistanê û hevkarîkirina hêzên pêşmergeyê Kurdidtanê di şerê dijî terorê de temaşa dikin, tevî vê hêşta hikûmet û xelkê Kurdistanê nedilrehetin li hember wê yekê ku hêşta civaka navdewletî , Amerîka, Ewropa û welatên din bi timamî têgihiştibin û weke pêwîst zaniyarî hebin ku, îro Kurdistan di xeta pêşiyê ya cenga dijî terorê de ye daku rê li pêşiya mezintirîn hêza tarî ku ne bi tenê ji bo ser herêma Kurdidstanê û deverê gef e, lê ji bo ser hemû civaka navdewletî û timam mirovatiyê gefek cidî ye.

Di van rojên dijwar û zehmet de ku herêma Kurdistanê di warê êkonomî de têde derbas dibe bê cudahî bûye deverek aram bo zêdetir ji yekmilyonûnîv koçber û penaberan ji hemû pêkhateyên neteweyî û olî, çavê hikûmet û xelkê herêma Kurdistanê  li zêdetir hevkariyên navdewletî ye daku bikaribe weke pêwîst berhingarî teror û terorîstan bibe, çunkî, mixabin, heta nuha hevkariyên navdewletî di sewîyeyeke pêwîst û di sewîyeya van metirsiyan yên li ser herêma Kurdistanê, deverê û civaka navdewletî bi giştî hene, nînin. Hervkarî bi tu awayî di sewîyeya wan gefan de nîninn ku, îro li ser herêma Kurdistanê, Îraq û civaka navdewletî  hene.

Birêzan

Tiştek aşkereye ku, kultur û huner, rastgotirîn zimanê nasname û hebûna şaristaniya gelan e, peywendiyên vî zimanê şaristanî organîze dike, hertim deriyên berfireh bi rûyê hêviyên dostanî, pêşkeftin û buhayên mirovî yên ciwan de vedike. Hunera heftemîn jî, hunera sînema, weke curek din yên hunerî û kulturî, yek ji wam zimanên zîndiyên civaka mirovatiyê ye ku, bê cudahîyên nasnameya neteweyî, olî, regez, reng û ziman û koka wan, hemûyan di peyameke jiyandostane de dicivîne. Peyameke bo mirov û jiyanê ji bona buhayên ciwan  û biqîmet.

Ev awayê hevahengî û hevkariyên di warê hunerî û kulturî de digel cîhan pêşkeftî, eger giringtir nebe, nekêmtire ji têkeliyên êkonomî, diplomasî, zanistî û  leşkerî digel welatn û gelên dost de. Geşkirina civakê jî bêy geşkirina kultur û hunerê, di baştirîn rewş da, geşkirineke nekamil û nefiskurt e.

Hikûmeta herêma Kurdistanê gelek giringiyê bi pirsa geşkirina warê hunerî û kulturî dide û di çarçoveya karên wezareta rewşenbîrî û gêncan û piştevanîkirina nawendên hunerî  û rewşenbîrî berdewam xizmeta vî warê giring dike. Destnîşamnkirina Silêmaniyê weke paytexta rewşenbîrî û berdestkirina budceyeke taybet  ji bo çalakî û berhemên rewşenbîrî,  nîşan dide ku hikûmet û parlamentoya Kurdistanê giringiyê bi geşkirina rewşenbîrî di herêma me de dide.

Di nava salên borî de hikûmeta herêma Kurdistanê, bi berdewamî  û destvekirî hevkariya hunera sînemayê û filmsaziyê kiriye û alîkariya hunermendên Kurdistanê kiriye û gelek berhemên sînemaya Kurdistanê di festîvalên cîhanî de beşdar bûne û xelatên beşa jî bidest xistine.

Raste şerê terorîstên DAÎŞ ku li ser me hatiye feriz kirin û kirîza êkonomî digel hikûmeta federaliya Îraqê bi awayekî giştî tesîreke nêgetîv li ser îmkanên hikûmetê ji bo hevkarîkirina tev warên cuda hebû, lê ji ber ku huner peyameke mirovî ye, hertim di rêza pêşiyê ya bernameyê hikûmetê de bû û dilrehet bin ku, bi timamî pişgirî lê tê kirin.  Ev rewşa dijwar dê bi serkeftî derbas bibe  û em li ser rewta geşepêdan, binyatdanan û pêşkeftinê di hemû waran de berdewam dibîn û hertim dibêjîn: Li pêşiya daxwazên gelê me yên ji bo pêşkeftin, binyatdanan û avadankirin, niqteya dawîyê nîne  û paşde jî venagere.

Ji aliyek din, sazkirina van çalakiyên hunerî li Silêmaniyê piştigirî û beşdsriya dostane ya welatên Ewropayê di vê fesîvalê de, peyamek din ya zelal û aşkereye bo terorîstan û hemû yên ku bi hizirên tarî dixwazin karwanê pêşkeftinê li herêma Kurdistanê rabigirin ku, tevî van hemû êrîş, tirsandin û gefên terorîstan, li Kurdistanê û di nav kurdistaniyan de îradeya jiyan û parastina ciwaniyên jiyanê hezar car bihêztir e û teror û tirsandin jiyanê li Kurdistanê ranawestîne  û Kurdistan bi coşek mezin hemû warên jiyanê ber bi pêşve dibe û hertim di warê pêşkeftin, binyatdanan û serkeftinê de berdewam dibe.

Amadebûyên birêz

Ka çawa me di serdma şoreşê de, di nav sengeran de, kitêb, şano, muzîk, tavle, peyker û peyv ji bo me xoşewîst bûn, niha jî bi heman awayî, bi hevkariya dostên me li cîhana azad û pêşkeftî, di şerê parastina hebûna xwe û buhayên mirovatiyê de jî li hember terorîstan, mil bi milê ekrana sînema û ciwaniyên vê hunerê, buha û nirxên mezinin ji bo me. Em gelek zîndî ne û  ser bi xewnên ciwanên mirovatiyê ve ne.

Careke din destxweşiyê li amadekarên vê festîvalê dikim, herwesa bi rêya birêz sefîrê welatê Latviya weke mebûsê Yekêtiya Ewropayê li Îraqê, ji bo vê însiyatîva dostane sipasiya welatên Yekêtiya Ewropayê dikim.

Silav ji bo hunermendan li her dera cîhanê bin.

Silav li hunera heftem û payama wê ya jiyandost. Bi hêviya demek xweş û di vê festîvalê de serkeftî bin.

Gelek sipas

09.05.2015

Back to top button