Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî: Agirbesta PKKê biryareke di cihê xwe de ye

Di derbarê ragehandina agirbesta yekalî ya PKKê de, Nêçîrvan Barzanî cîgirê serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) daxwiyaniyek da Rûdawê û got: ”Ragehandina agirbesta yekalî ya PKKê biryareke di cihê xwe de ye, pêngaveke erênî û cihê kêfxweşiyê ye. Tecrûbeya şer îspat kiriye ku pirs bi şer û şidetê çareser nabe û tenê rê û rêbazên siyasî û aştiyane dikare pirsa kurd li Tirkiyê çareser bike.”

Nêçîrvan Barzanî wiha axifî: ”Hêviya me ew e wek derfeteke nû ya aştiyê danûstandin ligel vê agirbestê bê kirin, agirbest yekcarî û dûalî be û êdî şer û kuştin neqewimin. Herwiha hêviya me zemîneyek çêbibe ku şer rû nede, hewlên çareseriya aştiyane bi hemû awayekî û ji hemû aliyan ve bên bihêz kirin û her hewldaneke aştiyane jî li Tirkiyê pozîtîf dinirxînin.”

Cîgirê serokê PDKê amadebûna serkirdayetiya siyasî ya kurd jî li herêma Kurdistanê bo piştgirîkirina pêngav û rêyên aştîxwazane nîşan da û axaftina xwe wiha qedand: ”Em jî li herêma Kurdistanê amade ne hevkarî û piştgiriya her hewldanekê bikin bo her çareseriyeke aştiyane û rolê xwe ji bo aştî û derneketina şer û tundûtûjiyê bigerînin.”

Hêjayê gotinê ye, serokatiya konseya rêvebera Koma Civakên Kurdistanê (KCK) doh di preskonferensekê de li Qendîlê di navbera 13ê Tebaxê û 20ê Îlona 2010ê de bo cara 7em agirbesta yekalî ragehand.

Back to top button