Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro pêşwazî li Balyozê Brîtanyayê yê li Iraqê Mark Bryson-Richardson û şanda pêre kir. Di hevdîtênê de pêwendiyên dualî û rewşa siyasî ya Iraqê gotûbêj kirin.
Îro 15.02.2022ê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyozê Brîtanyayê yê li Iraqê Mark Bryson-Richardson kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, Nêçîrvan Barzanî û Mark Bryson-Richardson di vê hevdîtinê de, “proseya siyasî ya li Iraqê, hilbijartin û encamên wê, civîna yekem a Parlamentoya Iraqê û hilbijartina Desteya Serokatiya Parlamentoyê, pêngavên piştî wê û giringiya piştgiriya civaka navdewletî ji bo proseya demokrasiyê li Iraqê, gotûbêj kirin.”
Di hevdîtinê de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi kurtî behsa rewşa li Iraqê û Herêma Kurdistanê kir û got, “Pêwîstiya Iraq û Herêma Kurdistanê bi aramî û seqamgîriyê heye daku bernameyek bê cîbicîkirin ku di berjewendiya tevahiya pêkhateyên Iraqê de be.”
Li gor daxuyaniyê, herdu aliyan tekezî li ser bihêzkirina pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Brîtanyayê kirin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê dibêje, Balyozê Brîtanyayê yê li Iraqê spasiya hewldanên Nêçîrvan Barzanî kir ji bo xurtkirina pêwendiyên li gel Brîtanyayê.
Di civînê de behsa pêwendiyên Herêma Kurdistanê û welatên cîran jî hat kirin.
Li gor daxuyaniyê, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê jî di hevdîtinê de hat gotûbêjkirin û behsa pêwendiyên di navbera aliyên siyasî de, hilbijartinên Herêma Kurdistanê û proseya nivîsandina Destûrê hat kirin.
Derbarê vê yekê de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir, “Herêma Kurdistanê pabend e ku hilbijartin di demên xwe de bên lidarxsitin û Destûr jî divê hemû alî li ser razî bin û ji bo vê yekê jî li gel Bexdayê hevahengî bê kirin.”