Polîtîk

NB:Rewşa Suriye bandorek xirab li Kurdistanê dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragehand ku rewşa Sûriyê bandoreke xirab li Herêma Kurdistanê kiriye û daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî û civaka navdewletî kir ku zêdetir hevkariya koçberên Sûriyê yên li Herêma Kurdistanê bikin.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê pêşwazî li Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Nikolay Mladenov û şanda ligel kir ku bi mebesta xwe nasandinê serdana Herêma Kurdistanê kiriye.

Di civînekê de Barzanî û Mladenov behsa rewşa koçberên Sûriyê û Rojava yên li Herêma Kurdistanê kirin. Di vê derbarê de Barzanî got: ‘’Rewşa Sûriyê bandoreke xirab li Herêma Kurdistanê kir, bi taybetî di warê însanî de, ji ber heta niha zêdeyî 235 hezar koçberên Sûriyê hatine Herêma Kurdistanê.’‘

Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Nikolay Mladenov jî tekez kir ku dê Neteweyên Yekbûyî li ser hevkarîkirina koçberên Sûriyê berdewam be.

Back to top button