NB: Min daxwaz ji Newşêrwan kir serdana Barzanî bike
Serokê Tevgera Goran Newşêrwan Mistefa, di van çend rojan de, dê serdana havîngeha Selahedîn bike û dê digel Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê bicive.
Nêçîrvan Barzanî cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê , îro 23.11.2013ê li bajarê Hewlêrê di pireskonferensekê de eşkere kir ku, dema wî serdana Tevgera Goran li bajarê Silêmaniyê kirî, daxwaz ji Newşêrwan Mistefa serokê Tevgera Goranê kiriye ku, serdana Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê bike:
– Di serdana me de bo Tevgera Goran, mim daxwaz ji Newşêrwan Mistefa kir serdana Barzanî bike û Newşêrwan Misetfa jî ew daxwaza min red nekir û bi dilekxweş qebûşl kir. Barzanî û Mistefa dê behsa awayê pêkanîna hikûmeta nû a herêma nKurdistanê bikin.
Li gor çavdêrên siyasî armanc ji vê serdana, ji bilî minaqeşekirina mekanîzma pêkanîna kabîneya heştem a hikûmeta herêma Kurdistanê, normalîzekirina têkeliyên navbera PDK û Goranê ye ku, piştî hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê di 21ê meha îlona borî de aloz bibûn.