Polîtîk

NB: Me mînakeke ciwan a demokrasiyê nîşana cîhanê da

Bi minasibeta bidawîhatina pirosesa dengdanê bo parlamnetoya Kurdistasnê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê peyamek pêşkeşî gelê Kurdistanê kir û ev li jêr teksta wê peyamê ye:

Îro hilbijartina parlamentoya Kurdistanê bidawî hat, sipas ji bo Xweda û hemû gelê Kurdistanê ku, dengdan bi serkeftî bi rêve çû û wêneyekî ciwan ji demokrasîbûna gelê me û herêma Kurdistanê nîşana hemû cîhanê de.

Bi rastî, em bi hişiyariya gelê xwe serbilind in. Dengderên Kurdistanê bi awayekî giştî, di warê beşdarîkirineke gelek ciwan di hilbijartinan de,  mînakek gelek baş nîşan da. Ew bûn sedema wê yekê ku, aliyên siyasî jî bi awayekî medenî tevbiger in, ev jî nîşaneke gelek mezin a pêşkeftina gelê me û cîyê teqdîrê ye û nayê ji bîr kiirn.

Ez dixwaz im sipasiya Komisyona Balaya Serbixwe ya Hilbijartinan, polîs û hemê hêzên navxwe bikim. Herwesa sipasiya wan rêxistinên medenî yên navxweyî û biyanî dikim ku, çavdêriya pirosesa dengdanê kirin.

Ez daxwazê ji hemû aliyan dikim ku, wê serkeftina gelê me bi bizaveke siyasiya baş timam bikin û piştî eşkerekirina encamên dengdanê, xwe ji bo avakirina hikûmeteke nû ku, hêjayî wê hişiyarî û serkeftina gelê me be amade bikin.

Back to top button