Nivîsar

Naxwe…

Peyva ‘birayetî’ li şûna sê prensîbên hiqûqa xwezayî (azadî, wekhevî, mafê jiyanê) hatibû bicîhkirin.

Nurî Çelik

Sedema ku şoreşgerên Fransî (rasttir em bibêjin nasyonalîst) peyva biratî xistin nav dirûşmên xwe yên navdar ew bû ku; jiholêrabûna neteweyên cuda û etnîkî yên ku berî ‘şoreşê’ di bin nasnameya Fransî û di bin sîwana Xanedaniya Bourbon de dijîn, rewa bikin.

Li şûna ku netewperestên Fransî vê peyva ‘birayetî’ li gel sê prensîbên hiqûqa xwezayî bi kar bînin, prensîba bingehîn rawestandin û li şûna ‘mafê jiyanê’ bi cîh bikin, xwestin li ser navê şoreşê jêkirina serîyan meşrû bikin.

Piştî damezrandina dewleta Tirk, mîna Fransiyan, burokrasî, çîna siyasî û rewşenbîrên Tirk, ji bo jiholêrakirin û asîmîlekirina netewe, komên cuda yên olî yên li ser axa bermayîyên Osmanî, bi taybetî jî gelê Kurd, di bin sîwana senteza Tirk-Îslamê de dest bi xebatên edebiyata biratiyê kirin. Kurdên devşîrme yên ku bi Tirkîtîyê asîmîle bûne jî di nav vê koroyê de cîh digirtin, ji ber ku devşîrme ji Tirkan bêhtir digotin ‘biratî’.

Biratiya Habîl û Kabîl bû ev…

Di vê ‘biratiyê’ de ne heq û ne jî hiqûq hebû…

Hemû zilm û binpêkirinên ku di sedsala dawî de li me hatine kirin, di bin navê biratiyê de li Kurdan hatin kirin…

Di nav sînorên heman dewletê de jiyana bi Tirkan re, ji jiyana di şikefta hirçê  de û ji jiyana bi hirçê re ne cudatir e.

Û hetta cîrantîya bi wan re jî pir xeter û bi rîsk e.

Ji xwe ger emê dîsa jî bi Tirkan re bibin ‘bira’, wê demê divê em vê têkilîyê ji nû ve pênase bikin.

Biratî ne tenê girêdanek giyanî ye, di heman demê de têkilîyek qanûnî ya li ser ‘wekhevîyê’ ye jî…

Wekhevî jî şertê bingehîn ê hemwelatîbûnê ye.

Wek ku min di sernivîsê de got, naxwe …

Divê Kurd û Tirk berî herduyan bibin hemwelatîyên dewleta hevpar û di heman mesafê de bin.

Piştre jî ‘bira…’

Yanî ne zêde ne jî kêm…

Divê Kurd bibin xwedîyê hemû mafên ku Tirkan bi dest xistiye.

Back to top button