Polîtîk

Naveroka hevdîtina serok Barzanî û Vladimir Putin

Îro roja çarşemiyê 20.02.2013ê, Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê ji aliyê  Vladimir Putin serokê Rusyaya Federal ve hate pêşwazî kirin. Di hevdîtineke gelek dostane da, her du serokan,  balkişandin li ser pêwendiya dîrokiya di navbera gelê Kurdistan û gelên Sovyeta berê û gelê Rusyayê de. Her wiha tekez li ser pêwendiyên dîrokiyên di navbera Rusya û Iraqê jî hate kirin.

Di vê civînê de komek babetên wekî pêwendiya aborî û rewşenbîrî û rola kompanyayên rusî li pêvajoya dûbare avadankirina Iraq û Kurdistanê de hate nirxandin.

Serokê Kurdistanê tekez li ser dostayetiya di navbera her du aliyan kir û got: Pêwîste ew pêwendî berev pêşve biçin.

Her wiha behsa dîroka xebata gelê Kurd ya jibona  azadî û serfiraziyê  u ew qurbaniyên gelê kurd di rêya azadıyê dane kir. Serok Barzanî tekez kir ku gelê Kurdistana Iraqê bi destûra Iraqê pabend e û ew pêwendiyên herêma Kurdıstanê digel cîhana derve û Rusyayê hene  li çarçoveya destura Iraqê da dane.

Serok Putin ji aliyê xwe ve tekez li ser dostayetiya di navbera gelê Rusya û Kurdistanê kir û balkişand li ser wê yekê ku ew lı ser xebata gelê Kurdistanê û xebata Barzaniyê nemir ku, demeke ji jiyana xwe li Rusyayê derbas kiriye agahdar in.

Serok Barzanî ji bo vê derfeta ku serdana Moskovayê bike spasî serok Putin kir  u got:
–  Her ji zarokîniyê ji mın re behsa vî bajarî, Moskovayê,  hatiye kirin û ew beşek ji jiyana min bûye. Jiber ku bavê min û gelek ji malbat û kesûkarên min li vî bajarî  jiyan e. Ev derfetek gelek baş bû serdana vî bajarî bikim
 

Back to top button