Polîtîk

Navê Wezîrên kabîneya Ellawî eşkere bû

Navê 17 kesên ji bo posta wezaretê ya li kabîneya Mihemmed Tewfîq Ellawî hate belavkirin. Lê belê çar wezaret ku ji bo Kurdan hatine danîn navên wan yek alî nebûne.

Navê Wezîr û postên wan

– Husên Ehmed Çelebî Wezîrê Neftê

– Nesîr Ensarî, Çavkaniyên Avê

– Yusif Meşhedanî Wezîrê Pîşesaziyê

– Mazin Muhsîn Hekîm Wezîrê Perwerde

– Muzahim El Xeyat Wezîrê Xwendina Bilind

– Riyaz Xezrecî Wezareta Niştecîhkirinê

– Casib Ebdulzehra Wezîrê Kehrebê

– Zeyneb Ebdulsahîb Wezîrê Gihandinê

– Mezher Mihemmed Salih Wezîrê Plandananê

– Şakir Ebdulemîr Wezîrê Çandinê

– Ehmed Welîd Dûrî Wezîrê Werzîş û Lawan

– Muzîr Zekî Xeyrulla Wezîrê Tendirustiyê

– Wasiq Salim Wezîrê Rewşenbîriyê

– Basim Cemîl Wezîrê Koç û Koçberan

– Qusey Ebdulmuhsîn Wezîrê Berevaniyê

– Sundis Beyreqdar Wezîrê Kar

– Ehmed Deracî Wezîrê Veguhestinê

Heta niha berbijêrên Wezîrê Navxo yek alî nebûye, her wiha ew wezaretên beşa Kurdin yek alî nebûne (Wezaretên Darayî, Bazirganî, Dad û Wezareta Dewlet yê Karûbarên Di Navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê).

 

Back to top button