Cîhan

Navê Trupm li girên Golan tê kirin

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu axavtinek ya xwe de got ku ewê pêşniyarekî ji hukumetê re bibe ku navê Girên Golan wek spasîya ji Serokê Amerîka Donald Trump re, bi navê wî were guhertin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di 25ê Adarê da biryara wê yekê da ku Girên Golanê weke erda Îsraîlê bihête naskirin.

Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu di Parlementoya Îsraîlê da got: “Îsraîlî hemû bi biryara dîrokî ya Serok Trump hêstîyar û şa bûn. Piştî eydê, ez ê pêşnîyarekê bînim pêş hikûmetê ku em ê Girên Golan bikin Donald Trump.”

Girên Golanê di navbera Îsraîl û Sûriyê de ye di şerê sala 1967an de kete bin kontrola Îsraîlê û heta niha jî di bin kontrola wî welatî de ye. Îsraîlê di sala 1981an de jî Golan weke beşek ji axa xwe nas kir, lê belê civaka navdewletî hîn jî wê herêmê weke beşek ji Sûriyê dibîne.

Back to top button