Nivîsar

Navê ”Eqlê Jorîn” – Heqanet e!

 

 

Cemal BATUN

 

Ev demek e, di literatura siyasî ya Tirkiye de girêdayî Pirsa Kurdistanê bi giştî,  gotinek nû tê bikaranîn – ”Eqlê Jorîn”. Ev gotina manedar ku yekem car ji alî Serokkomar Recep Tayip Erdogan ve hate bikaranîn, bû gotinek navendê di ”şiroveyên qelemtuj” ên Tirkan de û ji çepê û rastê rojnamevanên Tirk xwe bi gotinê vê girêdan. Ji Cengiz çandar bigre heta Avni Özgurel, Nihal Bengisu, Celal Başlangiç û gelekên din her yek ji alî xwe ve – ”nirxandinên” gelek tewş û subjektiv li ser vê gotina ”mezin a siyasî” û ya ”nûdîtî” ya Erdogan peyda kirin! Her roj di hin bernameyên TV, nivîsên qunciknivîsan de ”Eqlê Jorîn” tê nirxandin – ”Eqlê Jorîn” kî ye, kî ne?…

Yekem car, gava Erdogan ev gotin ji vegera xwe ya Letonya ve, di belafirê de ji rojnamevanan re anî zimên – weha diyarkir ku dinya ji bo Kobanê rabûye ser piyan û ev nikare eqlê Kurdan be,  ”Eqlek jorîn ev hemû stratejî daniye”. Li gor min, ev tesbîta Erdogan nîşanek binketinê girêdayî siyaseta bilind a Kurd, girêdayî bi taybetî ya Serok Barzanî bû, lê heta îro Tirk û qelemşorên wan ên biaqil ne di deryaya Hewlêr û Barzanî de, lê di deryaya YPG – PYD – PKK de,  li tesbîtên xwe yên ”mezin” digerin, yan jî bi zanebûn û li gor berjewendiya xwe vê yekê dikin. Ji ber ku ev tesbît zêdetir li gor ”eqlê wan ên fobistik” têt – Kurd nikarin siyasetê biafirînin, divê hin din  li ser vê yekê hebin, eqil bidin wan û ji wan re biafirînin(!)

Li gor hin rojnamevanên Tirkan – ”Eqlê Jorîn” Iran e, li gor hinan – çembera Iran, Suriye, Rusya ye, li gor hinan Ingilistan e, lê hejmara zêde li ser Dewletên Yekbûyî yên Amerika diraweste. Encamên tesbîtên wan jî hema hema yek in ku: Dinya ango hêzên mezin dixwazin nexşeya Rojhilata Navîn biguherînin û di navenda vê guherandinê de jî: damezrandina Kurdistanê tê. Di destê yekem de: Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi gihandina Deryaya Spî de, dê Kurdistanê (ango Başûr û Rojava bibin yek) deynin, paşî beşên din ên Kurdistanê jî dê tevlî vê dewleta Kurd bibin…Bi vî awayî enerjiya Kurd bêyî ku minetdarê welatên herêmê bibe, yekser bi rêya Deryaya Spî, dê bigihije navendên cîhanî…. Li gor hinan ji xwe: DYA hilbijartina hevkarê xwe yê bingehîn li Rojhilata Navîn diyar kiriye: ew jî Kurd in.

Gihandina hevkariya cîhanî ji bo Kobanê û di bîngeha xwe de: ya Rojavayê Kurdistanê siyasetek berz a Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî bû. Ev yek Birêz Barzanî ne li kulisên diplomatîk, lê eşkere li pês raya giştî ya cîhanî û Kurd jî kir. Barzanî, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, Serokê diwana Serokatiyê Fuad Husên, gelek rayêdarên peyaberz ên Hukimeta Kurdistanê û berpirsên PDK dan xuyakirin ku: Serok Barzanî ferman daye, çi ji bo Başûr bête kirin, divê ji Rojava re jî bête kirin. Û di pratîkê de ev yek bi destê Serok Barzanî bi xwe hate kirin: her roj birêz Barzanî li gel Serokên cîhanî – rewşa Kurd / Kurdistan, Başûr û Rojava nirxand, rewşa Rojhilata Navîn û hest / rewşa Kurdistanê raxist ber çavên Obama, Merkel, Holande, Cameron û serokên din. Hêzên cîhanî bawerî bi siyaseta Barzanî anîn ku: Kurd / Kurdistan ragiriya demokrasî û nirxên mirovayetiyê dike û dinya divê li gel Kurdan cîh bigire… Pêngava duyem a vê siyaseta bilind hinartina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ji bo Rojava bû… Xemilandina siyaseta serkeftî ya Kurdistanê di demên nêz de, dê gelek caran rojeva siyaseta cîhanî diyar bike. Herêma Rojhilata Navîn dê bibe şahidê vê rastiyê…

Eqlê jorîn ev e – Nasandin û jiyana wekhev li gel Neteweyê Kurdistanê. Qebulkirina mafên gelê Kurd û Dewleta Kurd a Serbixwe ya bihêz e.. Em jî zanin, dinya jî zanê, ger eqlê jorîn wekî Amerika, Ingilistan û hêzên din ên cîhanî bêtin binavkirin û wan jî ew biryar dabe… ku Kurd jî bigihin wan mafên xwe yên rewa wekî ku hemû neteweyên cîhanî:  Tirk jî, ji dil an na,  dê rizamandiya wî eqlê mezin bikin. Ger ev e –  Eqlê jorîn . Navê wê –  Heqanet e…

 

Stockholm, 17 Mijdar 2014

 

 

 

Back to top button