Cîhan

Nato nikare alîkariya tirkiye bike

Jean Asselborn: “Ji ber şerê Sûriyê, tirkiye nikarê daxwaza alîkariyê ji Natoyê bike”

Jean Asselborn Wezîrê Derveyê Luksemburg li civîneke rojnamevaniya li gel Sergey Lavrov Wezîrê Derveyê Rûsya got:”Ji ber şerê Sûriyê, tirkiye nikarê daxwaza alîkariyê ji Natoyê bike”

Her wiha Asselborn got: “Pêkanîna civîna şêwirmendiya tirkiye li gel Nato li gor maddeya çar hatiye qebûl kirin, lê belê tirkiye nikarê daxwaza çalakkirina maddeya pênc û alîkarî wergirtinê ji Natoyê bi taybet ji bo şerê Îdlibê bike. Çalakkirina maddeya pênc wate tevlîbûna Nato li şerê Sûriye û bi dijî hikûmeta Sûriye û bêguman em hemû jî encama wê dizanîn. Nato nikarê vê rewşa niha li Îdlibê rûdaye, çareser bike”.

Balkêş e ?
Close
Back to top button