HevpeyvînPolîtîk

Nasnameyek hevbeş bo Iraqeka yekgirtî tuneye

Şêwirmendê Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tekez kir ku hewldana hiştina Iraqê wek welatekî yekparçe û yekgirtî, hewldaneke neserkeftî ye.Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji rojnameya Washington Post a Amerîkî re axift û got: “Pêdiviya rewşê bi biryareke çavnetirs e daku rastiya xelkê li ber çav were girtin, rê bê dayîn xelk çi dixwaze wêna hilbijêre.”Derbarê rewşa niha ya Iraqê de jî Mesrûr Barzanî wiha axifî: “Iraq parçe parçe bûye. Baweriya Suneyan wê demê bi Iraqeke yekgirtî heye ku ew bi xwe desthilatdar bin. Şîe jî bi heman awayî, loma pênaseyeke hevbeş bo Iraqeke yekgirtî nîne.”Rojnameya Washington Postê di raporekê de behsa guhertina sînorên Rojhilata Navîn dike û di vê derbarê de wiha hatiye nivîsîn: “Wî şerî xetên sînorên Başûr û Rojavayê Kurdistanê berfirehtir kiriye. Li Bakurê Iraq û Sûriyê Kurd bi destnîşankirina sînorên Kurdistana mezin ve mijûl in.”Washington Postê bal kişandiye ser axaftineke saka borî ya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ku gotibû: “Kurd ne amade ne wan navçeyên ku ji destê DAIŞê rizgar kirine radestî hîç aliyekî din bikin.” Di beşekî din ê rapora wê rojnameyê de wiha tê gotin: “Piştî pêşketinên vê dawiyê yên Hêzên Pêşmerge, axaftina li ser encamdana referandûmeke çarenivîsaz careke din ketiye rojevê.”

Back to top button