Nasnameya bingehîn
Nasnameya bingehîn li temamiya war û şêniyên dinyayê, bêguman ziman e. Helbet ew nasname li Kurdistanê jî, wisan e û divê wisan be.
Bêguman bikaranîna pir tiştên cihêreng di nava demê de diçin û wenda dibin, dawî li bikarabnîna wan tê û di şûna wan de hin tiştên din derdikevin holê û dikevin rojevê. Ji wan re dibêjin ”îsal mode ye.” Lê Nasnameya Bingehîn divê hertim di rojevê de be û divê her kes rojane jî zimanê xwe bi kar bîne.
Bikaranîna zimanê nijadî, ji her kesî re pir giring e. Lewra nijad û şexsiyeta her kesî bi wan diyar dibe. Ji kesayetî û nijada mirovan zêdetir, nijada sewal û ajalên malane û yê çolane jî bi dergderxistina wan diyar dibe. Herweha nijada firende û balindeyan jî bi dengê wan tê zanîn. Mîna dengê kew, yê qaz û qulingan, yê werdek û kevokan û hemû cûreyên din.
Çend mînakên ku tên zanîn, ev in li jêrê:
. Dema meriv bi tenê bi riyekê ve diçe, xasma di newal û geliyan de ku dengek tê meriv, pêre pêre meriv dizane ku ew deng yê çi ye. Eger zûrîn be, meriv dizane ku dengê guran e. Eger waqîn be, meriv dizane ku dengê roviyan e û gwd. Hin caran jî li nêzê gundan dema dengê zirîn an hîrînekê tê, meriv dizan e ku dengê ker û hespan e. Her wisa çi deng tê meriv, kêm zêde meriv dizane ku dengê çi ye û nasnameya xwedanê dengan jî çi tişt e.
. Dema meriv li sûk û kolanên hin bajarên mezin digere, û ku meriv dengê axaftinên cuda cuda ji kesên nenas dibihîze, eger meriv bi wan zimanan nizanibe jî, lê kêm zêde meriv dizane ku ew deng çi ziman in û nijada wan kesan çi ye.
Bêguman meriv bi çi zimanî bipeyive, meriv pê re nasnameya xwediyê zimên jî eşkere dike. Jiber ku dema meriv bi zimanekî dipeyive, kes nijada meriv ji meriv napirse ka meriv ji kîjan nijadê ye, ji xwe bi axaftinê re nijad tê zanîn.
Eger kurdek bi Zimanê Tirkî bipeyive û bi Zimanê Tirkî binivîse, ew ji nijada Tirk tê zanîn û xizmeta Çanda Tirkî dike.
Eynî wisa eger tirkek bi Zimanê Kurdî bipeyibe û bi Zimanê Kurdî binivîse, ew Tirk suxreya Çanda Kurdî dike.
Xwedayê mezin gotiye ku ”her zimanek, her çandek, ayetek ji ayetên min in.” Nexwe deman e li ser her kesî ku wan ayetan biparêzin.
Bêguman her dê û bavek, xwedîtî li zarûkên xwe dikin. Dema zarûkek nexweş bikeve, wê şevê xewa dê û bav nayê. Ji bo ku ew zarûk nemire, zûtirîn dem dibin ba bizişkekî û ji bo saxiya wê dirav xerc dikin. Lê jibîr dikin ku ew zarûk eger bi zimanê wan nepeyive û li gor toreya wan nelipike, wek nijad jixwe mirî ye.
Eger meriv berxê li çêlekê bide mijandin û golikê jî li bizinê bide mijandin, meriv dibe lêpokê devê xelkê. Her kes jî li wê gorê meriv dinirxîne û polek jî bi meriv nadik.
Ziman stûna bingehîn de, eger hilweşe avahî tev diçe.
Xwedayê mezin bibe alîkarê Zimanê Kurdî…
Zeynelabidîn Zinar
25/ 05/ 2020,