Polîtîk
Namzetê şeredariya Diyarbekir yê Ak Partiyê: Galip Ensarioglu
Di van rojên dawî de namzetên serokê şeredariyan hêdî hêdî têne eşkerekirin. Li Beşik Kurdistana Bakur hilbijartin piranî di navbera Ak partiyê û BDPê re derbas dibe.
Doh serokwezîrê Tirkiye Tayib Erdogan di civînekî de navê hinek namzetên partiya xwe eşkere kir. Lê behsa Diayarbekir nekir.
Li Diyarbekirê namzetê BDPê hatiye xuyakirin. Dixweyê namzetbûna parlementera BDPê Gulten Kişinak zelal bûye. Wek din namzetê AK Partiyê hêjî bi awayek fermî nehatiye xuyakirin. Gelek nav derbas dibin.
Li gora malpera Diyarinsesi dide ragihandin , namzetê şeredariya Diyarbekirê ya AK Partiyê parlementerê vê partiyê yê Diyarbekirê Galip Ensarioglu ye.