Polîtîk

Namzetê HUDA PAR ê li Elihê: Serkan Ramanli

HUDA PARê di hilbijartinên herêmî yên ku dê di 31ê Adarê de bên kirin de namzedên xwe yên parêzgeh û navçeyên Êlihê diyar kirin. Parlementerê Êlihê Serkan Ramanli bû namzetê Şaredariya Êlihê.

HUDA PARa ku biryar da li her navçeyekê bi logo û namzedên xwe bikeve hilbijartinê. Ji bo danasîna namzetan li Elihê rewrismek li darxist. Serokê partiyê Zekeriya Yapicioglu jî tevlî vê rewrismê bû. Parlementerê Eilihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli wek namzetê şeredariya Elihê hate destnîşankirin.

Yapicıoğlu di civînê de wiha axivî:

“Tevî ku ev hilbijartina yekem bû ku em tê de beşdar bûn jî, me hejmareke berçav a dengan bidest xist. Em li piraniya cihên ku em hatinî hilbijartinbûn partiya duyem yan sêyem. Belkî di wê hilbijartinê de me nikarîbû li tu cihî bibin partiya yekem û şaredarîya bi dest bixin, 4 nûnerên me ji bo parlementoyê hatin hilbijartin. Vêca wext hatiye ku em hilbijartinên herêmî de namzetên xwe destnîşan bikin.

Yapicioglu, diyar kir ku wan têgihiştina xwe ya ji siyaset û muxalefetê bi awayekî eşkere anîne ziman û her tim gotine ku ji heqîqetê, dernakevin û kê bike bila bike jî ewê rexne bikin.

Yapicioglu diyar kir ku gel di navenda nêzîkatiya şaredariya HUDA PARê de ne û wiha got:

“Li cihên ku şaredarên me rastî bijartinê tên, em ê karibin nîşanî welatiyên xwe bidin ku di têgihiştina me ya şaredariyê de polîtîkaya mirovparêzî çi ye. Di şaredariyên me de tu carî bertîl û gendelî çênabe. “Bi îzna Xwedê dê xizmet bi awayekî adil bê kirin.”

Namzetên HUDA PARê yên navçeyên Êlihê wiha hatin diyarkirin:

Namzedê Şaredarê Navçeya Hekîfê: Zekî Çetîn
Namzedê Şaredarê Navçeya Kercewsê: Suleyman Seyyidoğlu
Namzedê Şaredariya Hezo: Hasan Aşkin
Namzetê Şaredariyê Qubên: Osman Ortaç
Namzedê Şaredariya Bajarê Mezin a Bekirhanê Îsmetullah Aksoy
Namzedê Şaredarê Balpinarê Huseyîn Söğüt

Back to top button