Namzedê Diyarbekirê yê AK Partiyê hat eşkerekirin
Serokomarê Tirkiye û serokê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan namzedên şaredariyên partiya xwe yên ji bo hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên ku wê di 31ê Adarê de bên kirin eşkere kir. Namzetê AK Partiyê yê Stenbolê Murat Kurum, Turgut Altinok ji Enqereyê, Hamza Dağ ji Îzmirê, Hakan Tütuncu ji Antalyayê û Halis Bilden ji Diyarbekirê bû namzed.
Namzetên AK Partiyê yên hatîn eşkerekirin:
Namzedê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Halis Bilden
Namzedê Şaredariya Bajarê Mezin a Erziromê Mehmet Sekmen
Namzedê Şaredariya Bajarê Mezin a Meletiyê Samî Er
Namzedê Şaredariya Bajarê Mezin a Mereşê Firat Görgel
Namzedê Şaredariya Bajarê Mezin a Meletiyê Samî Er
Namzedê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Zeynel Abîdîn Beyazgul
Namzetê Şaredarê Çewlikê Erdal Arıkan
Namzedê Şaredariya Bedlîsê Nesrullah Tanglay
Namzedê Şaredariya Elezîzê Şahîn Şerîfoğullari