Civak

Namzedê AK Partî yê Amedê: DEM hestên birayên me yên Kurd îstîsmar dike

Bîlden di çarçoveya xebatên hilbijartinê de navçeyên Kocakoy, Licê, Qulp, Farqînê, Hazro, Egîl, Dîcle û Xanî yên Amedê ziyaret kir û bi welatiyan re hevdîtin kir.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Parêzgeha AK Partiyê, Mehmet Halis Bîlden ligel Parlamenterên Diyarbekir yên AK Partiyê Mehmet Galip Ensarioglu, Suna Kepolu Ataman û Mehmet Sait Yaz, endamê MKYKê yê AK Partiyê Alî Karakaş û endamên partiyê beşdarî hevdîtinan bû.

Bîlden li navçeya Licê bangî welatiyan kir û weha got:

“Wan tu kar nekiriye, bi qasî neynûkekê karekî wan ê  berbiçav tuneye. Ew tenê îstîsmar in, bi îstismarkirina hestên birayên me yên Kurd desthilatdariya xwe didomînin. Me ew jî derbas kir, vê carê êrîşî malbatan dikin. Malbat karê yekem ê baweriya me ye, ma misilmanek an jî Kurd dikare bê malbat bijî? Hûn bawer bin dema ku em hatin hilbijartin emê roşetên xwe ji holê rakin. Em jî wek birayên we berendam in ku bibin xizmetkarê 2 milyon xelkê Amedê”.

Balkêş e ?
Close
Back to top button