Nivîsar

 Nameyek ji Mîr Celadet Bedirxan re!

“Miletên bindest heyîna xwe ji serdestên xwe bi du tiştan, bi du qeweta, du çekan diparêzin: Ol yek, Ziman dudo. Lê heke ola miletê serdest û bindest yek bibe, hingî çek yek bitenê ye, û bend tenê ziman e”

Konê Reş

Di roja 15/7/2022an de (71) sal di ser koçkirina Mîr Celadet Bedirxan re derbas dibe. Bi min xweş e vê nameyê jê re bişînim!

  Erê Mîr Celadet! Bi xêra bapîrê te Mîr Bedirxan serhildana Botanê giyanê Kurdperweriyê di hinavê bav û bapîrên me de hat çandin.. Bi xêra te; ked û westandina te, Hawar û Ronahiya te, deriyê edeb û wêjeya kurdî a nûjen, bi tîpên latînî li ber me hat vekirin.

  Belê Mîro, bi xêra we; kur û neviyên Mîr Bedirxan, em dikarin roja îro xwe di nav netewên cîhanê de peyebilind bibînin. Erê, bi saya Mîr Bedirxan yekemîn serhildana kurdî a netewî dest pê kir..

 Bi saya kurê wî Miqdad Medhet Bedirxan, bingehê rojnamegeriya kurdî ji me re hat vekirin, bi saya te û Hawara te zimanê me bi alfabeya latînî hat nivîsandin û em bûn xwedî alfabeyeke xweser.. Zimanê me ji axaftinê bû zimanê nivîsandinê û roja îro gelek nivîskarên Kurd ji Bakur, Rojava û piraniya kurdên Ewropa bi wê alfabeya te dixwînin û dinîvisînin û wek ku te gotiye, ev şîreta te pêk anîne:

“Miletên bindest heyîna xwe ji serdestên xwe bi du tiştan, bi du qeweta, du çekan diparêzin: Ol yek, Ziman dudo. Lê heke ola miletê serdest û bindest yek bibe, hingî çek yek bitenê ye, û bend tenê ziman e”.

  Lê sed mixabin, ji rexekî din ve, hêjî pêdiviya me bi wek van gotinên te heye:

“Malxerabo! Ma we ew çend wext nîne, ko hûn ji bo hînbûna zimanê biyaniyan bi salane ve xebitîne û îro jî dixebitin. ji bona ko bikarin (fînfoneke) derewîn bi lêv bikin. Kuro eyb e, şerme, fihête, an hînî xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe bibin, an mebêjin em Kurdin. Bê ziman Kurdîtî ji we ra ne romete, ji me ra rûreşîyeke giran e. Heyf û xebînet û hezar mixabin, nemaze ji wan ra ko bi zimanên din dizanin bixwînin û binivîsînin û alfabêya zimanê xwe hêj nas nakin..” Mîr Celadet Bedirxan, kovara Hawar, hejmar (27) Şam /1941.

  Erê Mîro! Bi xêra herdu kovarên te; (Hawar û Ronahî) û herdu rojnameyên birayê te Dr. Kamîran Bedrixan (Stêr û Roja Nû), nivîskar û helbestvanên bejin bilind di hola afirandin û nivîsandina çanda kurdî de hatin meydanê, wek; Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrî Can, Ehmedê Namî.. hwd. Û bi weşana Hawarê re, helbesta kurdî ya nûjen bi pênûsa te, birayê te Dr. Kamîran û Qedrî Can xwe eşkere kir.. Herwiha jî, kurteçîroka kurdî ya hunerî bi pênûsa Dr. Nûredîn Zaza serê xwe bilind kir..

 Erê Mîro! Eger mirov li dîroka malbata te vegere û berpêl bike, wê bibîne ku tevayî neferên malbata te di sirgûn û zîvariyan de hatine kuştin û mirin.. Îro ji mafê we ye ku, em her sal we bibîr bînin û navên we bi tîpên zêrîn di dîroka xwe de binivîsin. Gelo! Ku em we bibîr neyînin, wê kî we bibîr bîne? Silav li giyanê we be.

Qamişlo, 13/07/2022

Back to top button