Nameya serokê Kudistanê bo serokê Fransayê
Duhî roja çarşembiyê 16.07.2014ê li Parîsa paytexta Fransayê Cak Udîlbêr mezine şêwermendê serokê Fransayê bo karûbarên derve pêşwazî li Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê kir û Hisên ew nameya serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bo serokê Fransayê hinartî, da destê şêwermendê serokê Fransayê bo karûbarên derve.
Fuad Hisên ji şêwermendê serokê Fransayê re behsa rewşa siyasî û emniya ya Îraqê a piştî 10ê hizîrana borî, dagîrkirina başêrê Mûsil û çend bajarên din ji aliyê DAÎŞê ve, kirîza siyasîya Îraqê û siyaseta serokê Kurdistanê û herêma Kudistanê li hember rewşa nû û paşeroja Îraqê kir:
– – Kurdan bo demek dirêj hewil da Îraqeke demokratîk û federalî ava bibe û ew bê parastin, lê ew hewildan û ew piroses biserneket û niha di realîteyê de Îraq parçe bûye û sedemê wê dabeşbûnê jî siyaseta şaş a Nurî Malikî û bihêzbûna terorîsîtan e û vê yekê wisa kiriye ku, xelkê Kurdistanê jî li hember paşeroja peywendiyên Îraq û Kurdistanê pirsiyar hebin.
Şêwermendê sreokê Fransayê bo karûbarên derve sipasiya serok Barzanî kir bo ew nameya ji bo serokê Fransayê hinartî û hêv xwest ku, têkeliyên herêma Kurdisdtanê û Fransayê berdewam pêşve biçin û di hemû rewş û qonaxan de her du alî bi hev re bişêwir in.