CîhanCivak

Nameya Nêçîrvan Barzanî bo Ban Ki-Moon

Bi helkefta destnîşankirina keça êzidî ya rizgarbûya destê DAÎŞê, Nadiya Murad weke Balyoza Nîyeypakijiyê ya Neteweyên Yekgirtî (NY), Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê nameyek ji Ban-ki-Moon sekreterê giştiyê Nateweyên Yekgirtî re şand. Ev li jêr teksta nameya serokwezîr:Cenabê sekreretê giştiyê NYêEz dixwaz im sipasiya we û ofîsa NY ya tayebt bi madeyên hişbir bikim ku Nadiya Murad Basî Taha weke Balyoza Niyetpakijiyê ya NY destnîşan kir, herwesa sipasiya dawetnameya we dikim ya ji bo beşdarîkirinê di merasima damezrandina wê weke balyoz li roja16ê îlonê.Mixabin, ji ber rewşa dijwara êkonomî û ewlekariya Herêma Kurdistanê, ez nikarim di wê merasimê de beşdar bibim, lê berpirsên hikûmeta Herêma Kurdistanê di wê meraismê de beşdar dibin.Em kêfxweş in û şanaziyê bi Nadiya Murad , bi azayetî, şikodarî û îmkanên we dikin ku li ser navê qurbaniyên jenosîda ji aliyê DAÎŞê, grûpa terorsîtiya (Dewleta Îslamî li Îraq û Şamê) ve, bi taybetî li dijî keç û jinan hatiet encamdan û wê grûpa terorîst ew weke kole bikaranîne, dengê xwe bilind kir.Weke hûn dizanin, êzidî jî digel kirîstiyan, şebek, kakeyî, sayîbe-mendayî û heresa kurd û ereb bûne armanca DAÎŞê û kiryarên serbirîn, destdirîjkirin, kolekirina seksî û komkujî ku, ew hemû kiryar weke jênosîda tên naskirin, li dijî wan encamdan. Bi taybetî êzidîyan bi awayekî dijwar û bê edaletiyeke bitixûb êş kişand, bi awayekî ku divê hemû cîhan giringiyê pê bide. Niha nêzîkî 420 hezar êzidî li Herêma Kurdistaê koçber in, ya ku ji bo wan hatiye kirin weke; xîvetgeh, çavdêriya saxlemiyê, xizmetgozariyên perwerdeyê di asteke pêwst de nînin, jiber ku ev di demekê de ye ku, hijmareke gelek zêde ya koçber û penaberan hatina Kurdistanê û îmaknên me kêmin têra nake, di heman demê de şerê dijî DAÎŞê ku şerkeî dijwar e, rûbirûyê me bûye . Li gor zaniyariyên me 3200 êzidî di destê DAÎŞê de mane, ew jin û keçan li bazarî weke kole/ebd bazirganiyê pê dike û li ser tixûban bi qaçaxî dibin. Divê hemû mirovatî bi hev re ji bo rizgakirina wan jin û keçan ku heta niha weke kole dijîn bixebitin û dawî bi bazirgaîkirina bi mirovan bê.Em damezrandina Nadiya Murad weke Balyoza Niyetpakijiyê ya Neteweyên Yekgirtî ji bo rûmeta qurbaniyên rizgarbûyên destê bazrganên mirovan bilind dinrxînin. Em di wê baweriyê de ne ku ew keça ciwan a êzidî ku bêtixûb êş kişandiye tecrûbeyek ji jiyê xwe mezintir bi dest xistiye û dikare erkên xwe bi biwêrî û berpirsane bi cî bike.Dilsozê weNêçîrvan BarzanîSerowkezîrê herêma Kurdistanê

Back to top button