Nivîsar

Nameya ‘name’ya Biden!

Gefa terorê, gefa grubên çekdar ku car caran bi hênceta Amerîka êrişî Herêma Kurdistanê dikin û yên Îranê jî ku her carekê bi hêncetekê êriş dike, ji berê bêhtir pêdivîya Herêma Kurdistanê bi dron û pergala bergirîya moşekî derxist holê.

Ziryan Rojhilatî

Nameya Serokê Amerîka Joe Biden ji Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re, di nav krîzên navxweyî û derveyî yên komîserhevbûyî de ku Herêma Kurdistanê li wan rast hatiye, piştgirîyeke giring e.

Lê ev ne ji bo Herêma Kurdistanê tenê ye û di çarçoveya hewldaneke giştî ya Amrîkayê de tê ji bo piştrastkirin û dilaramkirina hevalbendên xwe li cihanê ye ku polîtîkaya Washingtonê ji bo hevrikîya hêzên mezin, şerê Ukrayna û danûstandinên Vîyenayê û …hwd, ew dudil kirine!

Biden bi xwe serdana Ewropayê kir da ku hevpeymanên xwe yên ewropî piştrast û dilaram bike. Wezîrê xwe yê derve jî şand Rojhilata Navîn da ku fikar û dilgiranîyên Îsraîl û welatên erebî yên dinê ji holê rake. Bi derbirîna xwe jî nameyek ji serokê Herêma Kurdistanê re nivîsî, da ku wî piştrast û dilaram bike.

Nehîştina fikar û dilgiranîyên ewlekarî

Nêzîkî 9 rojan piştî yekem roja Newrozê û 17 rojan jî piştî êrişa moşekî ya Îranê li ser Hewlêrê, serok Biden di nameyekê de ku bi balyozê welatê xwe re ji serok Nêçîrvan Barzanî re şand, êrişa Hewlêrê şermezar kir û her wiha pîrozbahîya Newrozê jî kir.

Di nameyê de, tekezkirina Biden li ser “pabendîya demdûr” a Amerîka bi ewlekarî û aramîya Herêma Kurdistan û Iraqê xaleke balkêş e. Xuya ye ev bi temamî têkildarî wê yekê ye ku xasma piştî şerê Ukraynayê, Amerîka tê ku careke dinê berê xwe bide hevalbendên xwe. Hizira kêmkirina giringîyê bi Rojhilata Navîn û li dewsa wê, guhdana bi hevrikîya hêzên mezin li cihên din çewt derket, çunke ew hêzên mezin ku keleman ji Amerîkayê re çêdikin, li vir li Rojhilata Navîn hene!

Çêdibe ku tekezkirina li ser “pabendîya demdûr” a Amerîka bi ewlekarî û aramîya Herêma Kurdistan û Iraqê, ligel bûyerên wek biryareke van dawîyan a şirketa Lockheed Martin a amerîkî ji bo sermayeguzarîya bêhtir ji 1 milyar dolarî di pîşesazîya leşkerî de li Erebistana Sidûdî, beşdarîya Blinken di civîna yekta ya Neqebê de li Îsraîlê, soza Blinken bo hevkarîkirina li hember êrişên hûsîyan, her wiha pêwendîya Blinken bi hemkûfê xwe yê siûdî mîrzade Feyselê Kurê Ferhên re derbarê hevkarîya ji bo ewlehîya navçeyî, çêdibe ku ev hemî di çarçoveya sîyaseteke tenê de werin temaşekirin; ku ew jî polîtîkaya piştrasatkirin û dilaramkirina hevalbendên Amerîkayê ye.

Dibe ku nameya Biden nîşana wê yekê be ku Amerîka, hevawayê hevpeymanên xwe yên dî li deverê, li Herêma Kurdistanê dinêre û dizane ku êdî pêwîst e bêhtir giringîyê bide dilgiranîyên ewlehî yên Hewlêrê.

Piştevanîya dîyaloga navxweyî û derveyî

Gefa terorê, gefa grubên çekdar ku car caran bi hênceta Amerîka êrişî Herêma Kurdistanê dikin û yên Îranê jî ku her carekê bi hêncetekê êriş dike, ji berê bêhtir pêdivîya Herêma Kurdistanê bi dron û pergala bergirîya moşekî derxist holê.

Bi li berçavgirtina rêgirîyên sîyasî û bîrokratîk ji bo mijara drondarkirina pêşmergeyan, hê jî ne zelal e ku rêveberîya serok Biden çawa dikare di pratîkê de alîkarîya Herêma Kurdistanê bike ji bo dabînkirina asayîşeke demdûr ku bê guman pergala bergirîya moşekî yek ji pêdîviyên wê ye.

Ha li vir e gava pişka duyem a peyama nameya Biden bi zelalî derdikeve holê. Xasma wexta ku tekez dike ew li ewlehî û aramîya Herêma Kurdistanê wek parçeyekê ji ewlehî û aramîya Iraqê dinêre.

Bi zimanekê ne rasterast ev tê wateya ku piştevanîya dîyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê dike sebaretî pirsgirêkên ku komî ser hev bûne. Di van deman de ku Bexda di dosyeya gaz û petrolê de gelek guvaşan li ser Herêma Kurdistanê çêdike û rewşa Iraqê jî ne cihgirtî ye û proseya sîyasî piştî hilbijartinê li gelek zehmetî û astengîyan rast hatiye, name piştevanîyeke sîyasî ya xurt li Herêma Kurdistanê ye ku dikare pêgeha wê bihêztir bike, helbet bi şertê ku berê Hewlêrê ber bi Bexdayê ve be!

Ji bo têgihîştina zêdetir, li vir pêwîst e em awirekê li wan mijaran jî bidin ku Balyozê Amerîka li Iraqê Matthew Tueller li kêleka gihandina nameya Biden bi serokê Herêma Kurdistanê re qala wan kir. Em dikarin mijarên navbera wan li jêr navnîşana 6 mijarên giring ên navxweyî û derveyî berhev bikin.

Proseya sîyasî piştî hilbijartin û rûniştinên parlamentoyê, ku mijara germ ev e. Tueller tekezî li ser giringîya dîyaloga Herêma Kurdistan-Bexdayê kir sebaretî mijarên navbera wan, her wiha giringî daye yekgirtina kurdan li Bexdayê û mijara hilbijartina bê ya Parlamentoya Kurdistanê ku cihê gengeşeyê ye. Her wiha mijara têkilîyên kurdan ligel dewletên deverê jî mijareke rûniştinê bû. Jixwe qala şerê Ukrayna û danûstandinên Vîyenayê jî hat kirin.

Dawî

Bi kurtî nameya “nameya Biden” û Amerîka ev e: Herêma Kurdistanê hevpeymana me ye, em piştevanîyê lê dikin. Em ji bo wê şer nakin, lê em alîkarîya wê dikin. Helbet daxwazê jî ji Herêma Kurdistanê dike li hundir li hev bikin, ku amaje ye ji bo pirsgirêkên navbera YNK û PDKê. Her wiha daxwaz dike bi Bexda û welatên derdorê re jî dîyalogê bike û balansekê li hundir û derve çêbike. Eynî wek çawa dixwaze dîmena “lihevkirineke sar” di navbera rikberên berê de li Rojhilata Navîn bibîne ku Obama di dema xwe de qal kiribû, dixwaze Herêma Kurdistanê jî li hundir û li derve jî, xasma YNK û PDKê, Hewlêr û Bexda qet nebe ber bi lihevkirineke sar herin. Şandina nameyê jî ji bo serokê Herêma Kurdistanê ku li hundir û derve wek peyayê danûstandin û lihevkirinê tê naskirin, her bi arasteya wê sîyasetê de ye.

* Ziryan Rojhilatî, Rêveberê Navenda Lêkolînên Rûdawê ye.

Jêder: Rûdaw

Back to top button