Nivîsar

Nakokiyên PKK û çapemeniya wê

Nivîskarê Kurd Selahedîn Çelîk di derbarê videoyên Abdullah Ocalan de, bi serdêra Aydinlik û videoyên Ocalan gotarek nivîsiye balkişandiye li ser dema belavkirina van videoyan.

Selahedîn Çelîk wiha nivîsiye: Dixwazim di mijarê de balê bikişînim ser nakokiyeke PKKê û çapemeniya wê. Ev çend car in dinivîsin ku têkiliya Aydinlikê bi JITEM ê re heye. Ji xewê şiyarbûna we bi xêr be! Ma dema ku di 1990an de Dogu Perinçek li Bekaayê diçû serdana Ocalan û bi hevre wêneyên canecan dikişandin jî, ne zilamê artêşê bû? Ka di dadgehê de li daxuyaniyên parêzerê Ocalan yê ‘hêja’ Irfan Dundar binêrin; Ocalan ji Îmraliyê ew dişand ba Perinçek. Perinçek jî pirtûka Mustafa Kemal jê re dişand! Ma qet gotina we li ser van sosretan tine ye?

 

Back to top button