PolîtîkRojev

Nakokiyên di nava YNKê de metirsiyar e…

Di van rojên dawî di medya yê û taybetî di medya civakî de behsa nakokiyên dijwar di navbera rêveberiya YNKê de tê kirin. Bi taybetî tê gotin ku nakokî di navbera herdu hevserokên YNKê de heye. Kurê Celal Talabanî Bavêl Talabanî û Lahor Şêx Cengî  herdu hevserokên YNKê ne ,lê di praktikê de, yê YNKê rêve dibe Lahor e. Kêmasî di nava civakê de welê tê zanin. Ji ber ku piştî kongreya YNKê, Lahor gelek dezgehên bi hêz xwe ve girê dane û roj bi roj Bavêl  xwe kemtir û bê desthilat dibîne.

Herweha gelek pisporên siyasî di nava YNKê de didin xûyakirin ku, ev nakokî di navbera Malbata Celal Talabanî û Şêx Cengî de ye.

Herî dawî nûçeyek di Doz Meya de hate belav kirin. Di nûçeyê de dibêje:“ Tevlîhevîyek di nav dezgeha “ Zanîyarî “ ya yekêtî nîştimanî de çê bûye, Serokê dezgeha Zanîyarî( Muhemed Tahsîn Talebanî ) ku birê Ala Talebanîye bi Emrê Bavêl Talebanî ji kar hatî dûrxistin li cihê wî ( Ejî Emîn ) birê Musena Emîn kû perlementetê Yekgirtûya Îslamîye danîne.

Ev bûye li dijî Lahor şêx Cengî pêk hatîye û ji hêla Caafer şêx Mustafa hatîye pêk anîn. Bi vê êkê darbek mezin li rol û pêgê Lahor di keve, çûnkî hem ji derva hem di nava yekêtîde hêza bingehîn li pişt Lahor Dezgehê Zanmîyarîye.

Ev bûyer weke sepandina ( Hakim kirina ) malbata Talabanî li hember malbata şêx Cengî tê dîtin piranîya Kadroyên kevin yên YNK piştgirîyê didin malbata Talebanî. “

Herweha piştî ev bûyer rûdayî Behram Salih jî ji bo nakokiyê kêm bike û navçitiyekî bike di cih de hatiye Silêmaniyê û li gel herdu aliyan hevdîtina dike.

https://www.facebook.com/105089640869940/posts/566473334731566/?d=n

Back to top button