PolîtîkRojev

Erdogan li Diyarbekirê HDP bi tundî rexne kir

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan îro bo rewrisma vekirina hinek projeyên li Diyarbekirê bû. Ji ber serdana Erdogan çav li vêDiyarbekirê bûn , ka dê Erdogan hinek peyaman bide yan na.

Erdogan axavtina xwe de HDP bi tundî rexne kir û da xûyakirin ku, AK Partiyê Pêvajoya Çareseriyê destpê kir , lê HDPê dawî lê anî.

Herweha Erdogan behsa zindana Diyarbekirê ya ku demê cunta leşkerî de bi şîkene û kuştina kurda hatibû naskirin kir û got:, Ew zindana Diyarbekirê ku bi demê xwe de bi îşkence kirinê hatibû naskirin, em vale dikin û dewsa wê de  nawenda çand û hûnêrê ava dikin.

Erdogan di axavtina xwe de got: Rêxistina terorê ya PKKê felaketa herî mezine hatî serî vî miletî. PKKê xwîna kurda nerijand? PKKê gund xirab nekirin? Ma ne ewên li Qendilê ne keçên Kurda yên 13-14 salî rakirin birin çiyan? Bi van re namus tuneye. KCK,PKK,PYD û HDPê hemûyan bi hevre xwîna birayên min yên Kurd hata dawiyê mijîn. Ev çete musîbeta di hezar salan de ya herî mezine hatî sere Kurda. Pêreyên ku me ji bo xizmetê ji bo çêkirina rêyan rêdikirin, wan mayin têxistin bin erdê li ser rêyan.HDP demokrasiyê naparêze, ew neyarên demokrasiyêne û vê yekê istismar dikin.

Berdewamiya axavtina xwe de Erdogan got: Pêvajoya çareseriyê me destpêkir, lê ne me xilas kir. Rojeva HDPê ya nehînî ev pêvajo xilas kir. HDPê tu cara di zeminek meşrû de, bi awayek demokratik û huquqî xebat nekirine.

Erdogan axavtina xwe de da xûyakirin ku, HDP dibêje tu pêwendiya me bi PKKê re tuneye, îş û karê van derewin.

Erdogan di gotara xwe de got, “Amed di diroka xwe de her tim bûye bajarê şaristanî, aşitî, aramî û seqamgîriyê. Di demên derbasbûyî de yek ji pênc bajarên serekî yên pîşesaziyê yên Tirkiyê bû. Piştre felaketa terorê bi ser navçeyê de hat”

Erdogan di daxuyaniya xwe de amaje bi wê kir ku dema ew bûne desthilat bi daxwaza gel wan `Rewşa Awarte` bi dawî an û got: “Dema me AK Partî damezrand, em hatin vir û  min ji herkesê pirsî `Dema em hatin ser desthilatê hûn çi ji me dixwazin?`Wan got `Rewşa Awarte rakin`. Me `Rewşa Awarte` rakir. Me çi got, me  kir.”

Erdogan li Diyarbekirê got: Me sala 2005an çi ji we re gotibe, em duh jî li wir bûn û em dê îro û sibe jî li wir bin. Me bi hemû dilsoziya xwe banga aştî, biratî, çareserî, maf, azadî û demkokrasiyê kir.

Back to top button