Civak

Nahêle birîndar derbasî Başûrê Kurdistanê bibin

Dema Teqîna terorîstî li bajarê Qamîşlo pêkhat di encam de 50 kesî jiyana xwe ji dest da û zêdeyê sed kesî birîndar bûn. Di nava birîndaran û kesên jiyana xwe winda kirî de zarok û jin hene. Taybetî rewşa hinek birîndara giran e û û li Qamîşlo nikarin werin derman kirin. Ji bo vê sedemê jî hinek ji wan jiyana xwe ji dest didin.Dema teqînê, Kurdistana Başûr ji bo birînê teqînê derman bike û erkê xwe yê Kurdistanî pêkbîne bi fermana serokê Kurdistanê kete di nava amadebeşîyê de.Li Duhok û Zaxo nexweşxane ji bo birîndarên bûyera Qamîşlo amade kirin. Bi hean ambulans li ber deriyê Pêşxabur sekinin da ku nexweş û birîndarên ji Rojavayê Kurdistanê werin bighinîn nexweşxaneya. Zedeyî 4 ton derman rêkirin Rojava .Lê mixabin dermanên hatîn rêkirin, li Derêkê kirin depoya de û PYDê dest danî ser. Nehiştin birîndar derbasî Başûrê Kurdistanê bibin. Li ser vê yekê hemûyê de berpirsê tenduristî yê Kantonê da xuyakirin ku, ew ne hewcene birîndara rêbikin Başûrê Kurdistanê. Abeer Esaf jinek pizijke û berpirsê tenduristiya kantona Cizîrêye.Vekirî Abeer derewa dike. Li Qamişlo derman tuneye yan jî kêmin.Gelek birîndar ji kêmasiya hnek alet û imkanên nexweşxaneya divê herin deverên din. Ji bo ku ew xanim nahêle hinekji wan birîndara jiyana xwe ji dest didin. Berpisê mirina wan sistema tenduristî ya ku Ameer berpirsiyariya wê dike.

Back to top button