Polîtîk

Nabê sistî di pêkanina biryaran de çêbibe

 

Hukumeta Kurdistanê di bin serokatoya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê de civiya û di civînê de tekîd li ser cîbicîkirina madeya 140ê kir.

Di destpêka civînê de, civata wezîrên Kurdistanê ew êrîş û kriyarên terorîstiyên îro li Kerkûk û duaxormatu qewimîn û di encam da hijmareke hevwelatî û karmendên hikûmî şehîd û birîndar bûyîn, şermezar kirin.

Civata wezîran sersaxî pêşkeşî malbatên qurbaniyên wan kiryarên terorîstî kirin û daxwaz kir ku, Xwedayê mezin şehîdan bi beheştê şad bike û birîndaran jî zû çak bibin.

Civata wezîrên hikûmeta Kurdistanê di civînê de careke din tekîd li ser wê yekê kir ku, ev êrîş û kiryarên terorîstî wê yekê îspat dikin ku, ji bona rewşa wan deveran aram bibe û emin û îstîqrar bicih bibe, divê  pirsa deverên kurdistanî yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê bê çareser kirin û madeya 140 a destûra Îraqê jî bê cibicîkirin.

Di civînê de tekîd li ser piraktîzekirina biryar, tewsiye û rênîşanderên serokatiya hikûmeta Kurdistanê û civata wezîran hat kirin û divê çarçoveyê de serokwezîrê Kurdistanê got:

– Texîrkirin û sistî di piraktîzekirina biryar û tewsîyeyan de nayê qebûl kirin û divê biryarên civata wezîrên Kurdistanê di dema wan de bê sistî û kêmasî bên cîbicîkirin.

Civîna civata wezîrên hikûmeta herêma Kurdistanê biryar de ku, ji bona organîzekirina hawirdekirina (import) otomobîlan bo herêma Kurdistanê, komîteyek taymetmend bê pêkanîn û heta ew komîteye biryar û tewsiyeyên xwe amade dike, hawirdekirina otomobilan bo herêma Kurdistanê bê qedexekirin û di vî warî de wezareta bazirganî û pîşesazî a herêma Kurdistanê digel wezareta pîşesaziya hikûmeta Îraqê hevahengiyê bike.

Civînê, herwesa,  biryar da ku, aliyên peywendîdar pirojeyekî ji bo cezakirina yên ku jîngehê pîşs dikin, amade bike.

 

Back to top button