Polîtîk

Nabê Malikî qanûnê binpê bike

Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Îmad Ehmed, gotinên Nûrî Malikî yên derbarê kuştina rojnamevanê iraqî Mihemed Bidêwî rexne kir û got: Carekî din niyeta Malikî li hember kurd û Herêma Kurdistanê eşkere bû. Malikî bi wan gotinên xwe sîstema dadweriya Iraqê binpê kiriye.

Piştî ku rojnamevanê iraqî yê bi navê Mihemed Bidêwî li  Bexdayê ji aliyê hêzên pasewanên serokomarê Iraqê Celal Talebanî ve bi hêceta ku nehîştiye otomobîla wî were sehkirin, hat kuştin serokezîrê Iraqê Nûrî Malikî bi tundî nerazîbûn nîşan da û ragihand, dê tola wî rojnamevanî vebike û dê “bersiva xwînê bi xwînê” bide.

Li hember vê yekê, gel û rayedarên Herêma Kurdistanê nerazîbûn nîşan dan. Cîgirê serokwezîrê Kurdistanê Îmad Ehmed jî îro di daxuyaniyekê de serxweşî ji malbata rojnamevanê iraqî re xwest û bi tundî li hember gotinên Malikî nerazîbûn nîşan da.

Îmad Ehmed, diyar kir ku divê kesê ku ew rojnamevan kuştiye were darizandin lê nabe serokwezîr qanûnê binpê bike û li şûna dadgehê biryarê bide û daxwaza kuştin û bi vê yekê propagandeya hilbijartinê bike.

Alîkarê serokwezîrê Herêma Kurdistanê, destnîşan kir ku tenê ji ber ku berpirsiyarê vê bûyer kurd e Malikî bixwe diçe cihê bûyerê û behsa tolvekirin û kuştinê dike çimkî rayedarên iraqî li hember kuştina bi hezaran welatiyên iraqî ji aliyê terorîstan ve her wiha li hember kuştina gellek rojnamevan û kesên navdar ên iraqî bêdeng in.

 

– See more at: http://rudaw.net/kurmanci/middleeast/iraq/24032014#sthash.PMVxbLLy.dpuf

 

Back to top button