Nivîsar

Nabe kurd dengê xwe bidin xiyanetê

Li Kurdistana Başûr hilbijartinên parlementoya Iraqê 12ê Gulanê de çêdibin. Partiyên Kurdistanê jî tevlî hilbijartina dibin. Kurdistana Başûr beşek mezin di bin kontrola Iraqê de ye. Di vê rewşê de hilbijartin pêktêne. Aliyên Kurdistanî li himber hemû hewldanên PDKê nekarin listeyek hevbeş pêkbînin û bihevre bikevin hilbijartina. Her partiyek bi serê xwe tevlî hilbijartina dibe.Di şêweyê paropagandê de helwesta siyasî ya partiyên kurd derdikeve holê û ev helwest behtir ji bo Raya Giştî jî zelal dibe.PDK gelek vekirî dide xûyakirin ku ew çikas bi hêz herin Bexdayê, dê ewkas pirsa kurdî pêşbikeve. Gelek Berbijêrên PDKê li encamê referanduma serxwebûnê xwedî derdikevin û dibêjin , emê li Bexdayê behsa serxwebûna Kurdistanê bikin. Ev mafek rewa yê gelê Kurdistanê ye û miletê kurd ji % 90 biryara xwe daye. Referandum wek tapuyeke ji bo serxwebûna Kurdistanê.Aliyên din piranî didin xûyakirin ku, referandum bi israra serok Barzani pêkhat û ev yek bû sedema aloz bûna Kurdistanê û bû sedema şerekî di navbera Hewlêr û Bexdayê de.Raste dema mirov doza tiştekî nekê û mafên xwe yê rewa neparêze tu cara Bexda deyn nake. Lê dema kurd doza mafê xwe yê rewa û yasayî bike Bexda qîma xwe nayne. Tê zanin ku di dema aloziyan de , Bexdayê gelek girîngi da devera Silêmaniyê û hewlda ku Silêmaniyê ji Kurdistanê cuda bike. Berpirsên parêzgeha Silêmani yên ji YNK û Goran jî ev yek bi daxûyaniyên xwe pejirandin.Piştê xiyaneta 16ê oktoberê , beşek ji YNK li gel Goran Kekûk Firoton. Lê PDK bi serê xwe û imkanên xwe bi xwîna şehidan xaka Kurdistanê li himber artêşa Iraqê û Milîsên Heşda Şeibî parast. Her kurdek vê yekê dizane. Lê dema dengdanê de merc ji gelek sedeman dikare bête guhertin. Eger bi rasti kurd dengên xwe bidin pêşeroja Kurdistanek serbixwe ji PDKê pêve tu alternatifek tuneye.Mixabin gelek cara di dîroka tevgera azadiya Kurdistanê de hatiye xûyakirin ku, hinek ji kurdan heyranê dijminane. Ev kurd hij dijminên miletê xwe dikin, îro jî ev yek di gelek daxûyaniyên aliyên siyasî li Başûr dixweyê. Her dengek aliyên li dijê Kurdistanê û bi bin bandora Bexdayê de siyasetê dikin bigrin, dibe dengên rûreşîyê. Nabê Kurd dengê xwe bidin xiyanetê û bi awayekî şirîkatiyê bikin.Nûçe/Analîz

Back to top button